Li Şehbayê şahiya 8'ê Adarê
Li Şehbayê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê Tevgera Hîlala Zêrîn şahiyek li dar xist.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/03/20240306-06-03-2024-sehba-kernevala-hilala-zerin-8-adare-8-jpg590311-image.jpg)
Şehba- Bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, li kantona Şehbayê rêzeçalakî berdewam dikin. Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê şahiyek li dar xist. Hemû endamên jin ên Tevgera Hîlala Zêrîn bi cil û bergên xwe û amûrên xwe yên hunerî amade bûn û meşiyan.
Meşê li wargeha Serdem a navçeya Ehdas, gundê Til Qirah û navçeya Ehrezê yên kantona Şehbayê bi avêtina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî","Bê Serok jiyan nabe" dest pê kir piştre şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin.