Li Şehbayê li ser şerê taybet seminer hat dayin
Koordinasiyona jin a Partiyên siyasî a herêam Efrîn semînerek li ser şerê taybet û rêbazên meşandina wê li navçeya Fafîn a girêdayê kantona Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.
Şehba- semînera ku ji aliyê koordinasiyona jin a Partiyên Siyasî bi navê "Şerê taybet, rêbaz, girîngî û rêya parastin ji wê" bû. Di semînerê de nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên ji partiyên siyasî amade bûn. Semîner li navenda çand û hûner a navçeya Fafîn Şehba hate li dar xistin. Armanca wan ji vê semînerê re ku çawa xwe ji şerê taybet biparêzin û pirsgirêkên wê çareser bikin.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.Piştre Rêvebera Ofîsa jin a Meclîsa Sûriyê Demokratîk MSD'ê şaxa Efrîn-Şehba Zeyneb Qenber beşê şerê taybet xwend û tê de sedemên şerê taybet ku bi kapîtalîzimê re dest pêkir û ji bo mirov ji dîroka wan dûr bikevin, bandora kapîtalîzimê ew ku mirov ji çand û exlaqa wê dûr dixe. Xwesteka wan jî ku di zihniyeta zarokan de tirs û bê exlaq bûnê biçînin. Şerê taybet jin û zarokan di nav civakê de dike armanca xwe û rêbazên xwe li ser dide meşandin. Piştî xwendina beşê semînerê deriya nîqaşê ji mêvanan re hate vekirin.
"Bi rêbazên cûda şerê taybet didin meşandin"
Rêvebera ofîsa jin a Meclîsa Sûriyê Demokratîk MSD'ê şaxa Efrîn-Şehba Zeyneb Qenber diyar kir ku pêwîstiya wan bi van semîran heye ji bo ku karibin pirsgirêkên heyî di nav civakê de çareser bikin û wiha pê de çû: "Dewleta tirk û çeteyên wê nikarîn îradeya gelên kurd bişkşnin lê ema bi rêbaza şerê taybet nêz dibin, di heman demê de jî rêbaza derxistina îdiyaên ku li Efrînê aramî heye ta ku milet vegerin û rastî kiryarên dagirkeriyê bên ev jî rêbazek ji rêbazên şerê taybet e. Xwasteka dijmin ku gelê kurd tune û qir bibe, ji ber vê jî me xwast ku semînerek li dar bixin û çawa civaka xwe ji şerê taybet biparêzin."
"Bi şerê taybet cîhanê dixin bin serweriya xwe"
Cîgera Desteya jin a herêma Efrîn Emîne Mele Hesen axivî û got: "Me xwest Îro semînerek bi sernavê şerê taybet, rêbaz û armancên wê li dar bixin. Ev şerê taybet dixwaze civak perçe bibe ev tişt di zihniyetê de dest pê dike. Sedemên şerê taybe dûrketina mirov ji civak û jêderketina ji cewherê xwe ye. Hêzên NATO piştî şerê duyemîn a cîhanî hegemonîka xwe berfereh kir û bi rêya şerê tayebt dest danî ser cîhanê û bi taybet Rojhilata Navîn. Pêwîstiya me bi zanebûn, xwendin heye. Şerê tayebt ezezî li gelmirovan diafirîne divê ji vê yekê em xwe biparêzin. Rola me ew e ku em civak û malbeta xwe zane bikin bi taybet jin û ciwanan ji ber ew bingehê civakê ne."