Li Şehbayê Konfransa 2'emîn a Jinên Ciwan hat lidarxistin

Jinên ciwan ên ku beşdarî duyemîn konfransa Yekitiya Jinên Ciwan bûn girîngiya lidarxistina konferansê anîn ziman.

Şehba – Di bin dirûşma "Bi rihê ciwaniya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixin" Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi beşdarbûna 400 delege ji jinên ciwan konferansa xwe ya 2'emîn li navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Der barê lidarxistina konferansa 2'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan jinan de jinan nêrînên xwe anîn ziman.

"Jinên ciwan di her warê jiyanê de rol lîstin"

Endama rêveber a meclisa Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê Zelal Ebdo der barê lidarxistina konferansa xwe û xebatên xwe yên du salan de got: "Em duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan li Rêber Apo û tevahî pakrewanên azadiyê pîroz dikin. Di konferansê de perspektîfên Rêber Apo yên der barê ciwaniyê de hatin xwendin. Me giranî di xebatên xwe de dabû ser şerê taybet ku dijmin li ser ciwanan dide meşandin, ji bo şîrovekirina xetera vî şerî me xebatên bi her cureyan meşand. Di heman demê de dewreyên perwerdeyên girtî û vekirî jî jinên ciwan re hatin vekirin û li ser bîrdoziya Rêber Apo perwerdeyên cur bi cur hatin dayîn. Me her dem hewl da rola jinên ciwan di nava şerê gelê şoreşgerî de ji ciwanan re şîrove bikin da ku xwedî li vê rolê derkevin û ji bo şer amade bin, bikaribin civaka xwe biparêzin. Jinên ciwan di van du salan de gelek rol di nava civakê de lîstin û rêxistina xwe xurtir kirin."

"Xebatên me dê li ser esasê azadiya Rêber Apo bin"

Zelal Ebdo di dawiyê de li rola jinên ciwan di civakê de axivî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di warê çand, spor, ragihandin û tendirustiyê de jinên ciwan rola xwe lîstin û xwe bi pêş xistin. Ji sala 2018'an ve heya roja îro gelek guhertin û veguhertin di xebatên jinên ciwan de bi pêş ketin. Jinên ciwan xwedî li nasnameya xwe derdikevin, ji ber barê herî giran dikeve ser milên, wan ji bo rêxistinkirin û parastina civakê. Banga me ji her jina ciwan re ew e ku li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rast bi rêxistin û perwerde bikin da ku dagirkeriyê têk bibin. Wê meclisa jinên ciwan ji nû ve di konferansê de bê avakirin û xebatên wê li ser bingeha hilweşandina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêber Apo be."

"Konferans ji bo serarastkirina kêmasiyên me ye"

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Şêrewayê Stêrvan Bereket jî ku beşdarî konferansê bû wiha axivî: "Lidarxistina konferansê di demên wiha de ji bo me gelek girîng e, ji ber şerek li dijî jinên ciwan tê meşandin. Her wiha tundî û qetilkirin jî li ser jinan heye. Ev konferans wê bibe bersiv ji şerê dijmin re. Di heman demê de kêmasiyên ku em tê re derbas bûne di konferansê de tê nirxandin ev jî ji bo me gavên baş in, ji bo ku em kêmasiyên xwe dubare nekin û rêxistina xwe xurtir bikin. Em bi hêvî ne, em konferansa li pêşiya xwe li Efrînê li dar bixin. Em ê di salên pêşiya xwe de li ser şaşîtiyên xwe rawestin û xwe bi pêş bixin da ku dijmin bi ciwanan nikaribe û di aliyê fikrî de bikaribin bibin bersiv ji dijmin re. Plansaziya me li  navçeya Şêrewa, ji bo demên pêş ew e ku em ê ji aliyê perwerdekirinê ve xwe xurtir bikin û jinan ji jiyana teng a ku tenê bi nava malê bi sînor dimîne rizgar bikin."