Li Şehbayê komxebata guherîna mêr

Navenda Jinelojî û Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê komxebatek ji bo guhartina zihniyet û kesayeta mêr li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê li dar xistin.

Şehba - Bi dirûşmeya"Erka zilam di avakirina malbateke demokratîk û civakek azad de ye" Jinelojî û Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê komxebatek ji bo guhartina zihniyetê mêr û kesayeta wî li hola navenda çand û huner ya navçeya Ehdas a girêdayî Kantona Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di komxebatê de hemû mêrên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Nameya Fikirî Baygeldî ya di derbarê hevaltiya wî ya bi jinê re hatî nivîsîn ji aliyê endama Jinelojî Xelat Ilyas ve hate xwendin. Piştre beşên Semînerê ji aliyê Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Elîf Mihemed ve hate xwendin û ji aliyê Endama Jineolojî Zehrîban Hisên ve jî hate şîrovekirin. Di komxebatê de deh kom hatin avakirin û li ser her komekê pirs di derbarê nêrînên wan di guhartina zihniyeta desthiladar û bindestiya jinê de hatin belavkirin û di derbarê wê de nêrîn û bersiv hatin pêşkêşkirin.
“Ji bo azadiya civakê guharîna zihniyeta mêr û danasîna rastiya wan şerte”
Koordînasyona Kongreya Star a harêma Efrînê Ferîde Îbo da zanîn ku ji bo ji holê rakirina zihniyeta mêr wê her tim semîner û civînan li dar bixin û wiha vegot: "Projeya me ew e ku em guhartinek pozîtîv di zihniyeta mêr de çêbikin û projeya Rêber Apo pêk bînin. Armanca me ji semîner û civînan ewe ku mêr bên perwerdekirin û cewhera xwe nas bikin. Di komxebatê de hejmareke mezin ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi me re amade bûn e. pirsên cur bi cur ên weke kî bûye şahidê kûştina jinekê û reflêksa wî çawan bûye, di civakek demokratîk de mafê mêr û bi çi rengî wê civakeke demokratîk ava bibe hatin pêşkêşkirin. Em ê komxebatên xwe li navçe û deverên kantona Şehbayê bidomînin, ji bo ku em di dawiyê de bigihînin encameke rast."
"Em ê bi hev re zihniyeta zilam biguharîn"
Rêveberiyê Şaredariya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê Mistafa Reşîd ku beşdarî komxebatê bûye got: "Em îro li komcivînê amade bûne ji bo zihniyete mêrê desthilatdar û bavksalarî ji holê bê rakirin pêdivî bi xebatên wiha hey. Em vê komcivînê pîroz dikin, ji bo me gavek başe. Em weke kom kom ji hev cuda kirin û pirs li ser me belav kirin. Pirsên koma me ewe ku tu kes bû şahidê kuştin û tecawiza jinekê û nêrînên me li beramberî vê yekê çiye. Bi nêrînê min be kuştina jinê gunehe ji ber ku di dawiyê de ew mirov e û ev yek şaşe. Bi hev re em ê vê zihniyetê ji holê rakin, ji bo jin û mêr di civakê de jiyaneke hevseng bi hev du re bijîn pêdivî bi xebatên wiha hene. Pêwîste mêr jî destpêkê xwe ava bike, ji ber ku ew jî di koletiya zihniyete baviksalarî de jiyaye û bê zanebûn dikeve kêmaniyan." 
Komxebat bi pêşkêşkirina nêrîn û bersivan dawî bû.