Li Şehbayê komcivîna "Çima jin tê qetilkirin" hate lidarxistin

Bi serpereştiya Desteya Jin a herêma Efrîn û bi alîkariya Meclîsa Adaleta civakî ya herêmê li kantona Şehbayê komcivîn ji bo nîqaşkirina mjiara qetilkirina jin û çareseriya vê pirsgirêkê, li dar xistin.

Şehba- Bi pêşengtiya Desteya Jin a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û bi alîkariya Meclîsa Adaleta Civakî ya herêmê komcivînek bi navê "Çima jin tê qetilkirin" li hola Çand û Huner a navçeya Fafîn ê a girêdayî kantona Şehbayê, bi beşdarbûna nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li dar xistin. Di vê komcivînê de di derbarê rewşa jin û sedemên ku jin tên qetilkirin hatin nîqaşkirin.
"Jin bingeha adaletê ye" 
Komcivînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, pişre Rêvebera ofîsa jin a Meclîsa Sûriye Demokratîk şaxa Efrîn-Şehba Zeyneb Qenber komcivîn bi axaftinên xwe vekir û got: "Jin ew rihê jiyanê ye û bingeha adaletê di civakê de ye, lê hêzên desthiladar dîroka jinê tarî û veşartin ta ku desthiladariyê bidin mêr û ew civakê li gor desthiladariya xwe bimeşîne."
Benda yekem ji komcivînê ji aliyê Cîgira Desteya jin a herêma Efrîn Emîne Mele Hesen ku di derbarê jin di nav desthiladarî û paşverûya civakê de, her wiha benda duyem ji aliyê hevseroka Meclîsa Adaleta Civakî ya herêmê Evîn Hec Hemo ve ku rastiya jin di nav qanûn û destûran de dihewînin, hatin xwendin. Siniviziyon di derbarê sûc û kiryarên ku di derheqê jinan di van demê dawî de li herêmên Bakur û Rojhialtê sûriyeyê û bi taybet li herêmên dagirkirî pêk hatine, hate pêşandan.
Di dawiyê de deriya nîqaşê ji delegeyên ku beşdarî komcivînê bûne hate vekirin û tê de sedemên qetilkirina jin, di heman demê de girîngiya rola jin di civakê û jiyanê de hatin nîqaşkirin. 
https://www.youtube.com/watch?v=LaL2gYFyP3A