Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan kon hat vedan

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê kon hat vedan.

Şehba- Di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji pirskêrêka Kurd re çareseriya siyasî” Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê kon vedan. Çalakî wê heya 20'ê Gulanê bi çalakiyên cur bi cur bê berdewamkirin. Kona ku li parka 4'ê Avrêlê ya navçeya Ehdasa Şehbayê hat vegirtin dê bi serdanan bidome.

Qada çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsên “Bi îradeya jinên azad em ê dawî li siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bînin”, “Şoreşa jinan wê tecrîdê hilweşîne û Rêber Apo azad bike”, “Bi berxwedana jinên azad wê xeta îxanetê hilweşe” hat xemilandin. Di çalakiya îro de gel, sazî û meclisên navçeya Şêrewaya Efrînê beşdar bûn û di danê nîvroyê de gel û saziyên navçeya Ehrezê ya Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji aliyê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê Xedîce Îbo ve semîner der barê wateya şehadetê û giranbûna wê de her wiha parastina nirxan de hat dayîn.

Paşê ji aliyê beşdaran ve der barê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nîqaş, nêrîn û helbest hatin xwendin, beşdaran hestên xwe anîn ziman.