Li Şehbayê ji bo astengdaran şahî
Bi hatina Roja Cîhanî ya astengdaran, Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê şahiyek ji astengdarên Şehbayê re lidarxist.
Şehba- Bi diruşmeya "Em bi vînê, jiyanê çêdikin û civakê ava dikin" Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şahî bi boneya hatina Roja Cîhanî ya astengdaran li hola çand û hunera navçeya Ehdasê a kantona Şehbayê li darxist.
Di şahiyê de kesên astengdar ên pêdîviyên taybet bi malbetên xwe re û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir.
Pişre koma guvanda kurdî bi anvê Şitlên Zeytûnê, koma guvenda erebî ya bi navê Dilşêr Kefer Nasêh guvendên xwe pêşkêşkirin, şanoyek li ser astengiyên ku kesên astengdar di jiyanê de dibînin ji aliyê komîteya çand û huner a kantona Şehbayê ve hate pêşandan, ji aliyên kesên astngdar ku beşdarî şahiyê bûne helbest û stran ji beşdarvanan re vegotin.
Koma astengdaran ya bi navê Awazên Gaziyan jî stranên şoreşgerî û gelêrî pêşkêşkirin.
Di dawiya şahiyê de ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrîn kesên xwedî pêdîviyên taybet hatin xelatkirin.