Li Şehbayê ji bo 25’ê Mijdarê komxebat hat lidarxistin

Navenda Jineolojî Efrîn-Şehbayê bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li wargeha Serdem a kantona Şehbayê komxebatek li dar xist.

Şehba- Bi dirûşma "Nasnameya min, ne nêrîna te ye" Navenda Jineoljî herêma Efrîn-Şehbayê bi boneya hatina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komxebatek li hola kampa Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê li dar xist. Di komxebatê de endam û nûnerên sazî û dezgehan beşdar bûn. Li holê pankertên bi nivîsa "Îradeya jinan ji tundiyê mezintir e" û wêneyên ku tundiya li ser jinan tên meşandin temsîl dikin, hatibûn daliqandin.

‘Şîdeta ku bi hezaran sal in li ser jinan tê meşandin eşkere dibe’

Komxebatê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehbayê Sîdra Mustafa ve bendên komxebatê ku Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan şîrove dike û dîroka wê vedibêje, xwend. Her wiha di xalbendê de Sîdra Mustafa bal kişand ser peyva tundiyê û got: "Şîdet tê wateya bikaranîna hêzê bêyî ku meşrûbûna bikaranîna wê hebe, ew îfadeya hêza fizîkî ye li dijî her kesê ku bi mebest an neçarkirina takekesî ku vê kiryarê bike. 25'ê Mijdarê her ku diçe zêdetir wateyek digre û şîdeta ku bi hezaran salan li ser jinan tê meşandin, eşkere dibe û dibe wesîleya mezinkirina berxwedana jinan li hemû cîhanê. Sedsala 21’ê li aliyekê serhildana jinan, pêşketinên ku bi çalakî û rêxistinbûna xwe şoreşa xwe pêk tînin."

Pirs hatin amadekirin

Piştî xwendina bendên komxebatê, ji aliyê navenda Jineolojiyê ve pirs hatin amadekirin û li ser beşdaran hatin belavkirin ji bo ku nêrînên xwe der barê mijara tundiyê de bidin. Pirsên “tundî çi ye? Bandora wê li ser jin, civak û ciwanan çi ye? Tundiya derûnî çi ye? Tundiya teknolojîk çi ye?” hatin pirsîn.

 Di dawiyê de nêrîn û bersivên pirsan ji aliyê berdevkên komên hatine derxistin ve hatin xwendin. Paşê encama bersivên komên hatibûn diyarkirin ji aliyê endama navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehba Sîdra Mustafa ve hate xwendin.