Li Şehbayê ji bo 25'ê Mijdarê daxuyanî hat dayîn
Şaredariya Kantona Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî ji bo 25'ê Mijdarê li gundê Til Sûsîn ê navçeya Ehdas Kantona Şehbayê da.
Şehba- Şaredariya herêma Efrînê ji bo 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Têbikoşe dagirkeriyê û tundiyê têk bibe" li pêşiya navenda Şaredariyê ya gundê Til Sûsîn a gêrêdayî navçeya Ehdasa Kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di daxuyaniyê de endamên Şaredariyê ya herêma Efrînê amade bûn. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiyê komîteya Şaredariyê Mihemed Şêxo ve hat xwendin wiha bû.
"Roja hersê xwişkan"
Daxuyanî wiha ye: "Ji dema derketina desthilatdariya zilamtî ya ku koletî li ser mêran û jinan bi hev re ferz kir ji wê demê ve têkoşînên gelan û neteweyên gelan nesekinîn li hemberî siyaseta zilam zordarî û bêparbûna mafan û şoreşên civakî û berxwedanên gelan berdewam bûn li hemberî desthilatdariyê bûn qîrîn û cîhanê hejandin. Ew bû çîroka her sê têkoşerên şoreşger li komara Domînîkê. Her sê xwişkan raperîn û xwepêşandan li dar xistin û bi xwesteka azadî û mafan ên ku desthilatdar Trojîlo bi hêrs kir û ferman da bi girtina her sê xwişkan û êşkencekirina wan da. Piştî berdana her sê têkoşeran di encama zexta gelêrî de, dîktator Trojîlo talîmatên veşartî dan ji bo tesfiyakirina her sê xwişkan. Piştî şehadeta wan xwepêşandanên jinan ji her deverê rabûn ên ku bûn sedema hilweşandina rejîma dîktetor Trojîlo. Ger em li dîroka berxwedana jinan Kurdistanê ya di hemû qadan de binêrin, em ê bibînin ku ew pêşeng in di vê serdemê de û ev yek diyar bû di hemû qonaxên şoreşa Kurdistanê de gihîşt astên pêşketî û bû cihê rûmet û rêzdariyê ji hêla tevgerên demokratîk û tevgerên jinan ve li cîhanê. Di dawiyê de em dibêjin, na ji tundiya li dijî jinan re, na ji zîhniyetê zilamtî re yên ku dibin bend li pêşiya rola jinan di kar û avakirinê de."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.