Li Şehbayê helwesta Efrîniyan li dijî dagirkirina xaka wan

Bi boneya 3'emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, Meclîsa Herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina dagirkeran meşeke girseyî li darxistin têde Efrîna nameya berxwedanê pêşkêşî cîhanê kirin.

Bi boneya 3'emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, Meclîsa Herêma  Efrînê bi armanca şermezarkirina dagirkeran meşeke girseyî li darxistin têde Efrîna nameya berxwedanê pêşkêşî cîhanê kirin. 
Şehba - Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Garê û Serdemê em rizgariya Efrînê misoger bikin" 3'emîn salvegera dagirkirina Efrînê li Kantona Şehbayê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Meş bi pêşengtiya Meclisa Kantona Efrînê ji dibistana Mûşat a navçeya Fafîn li Şehbayê despêkir û bi girseya gel re ber bi qada navçeyê domand. Di meşê de şêniyên Efrîn û Şehbayê, endamên sazî û dezgehên sivîl, rûspiyên Eşîran, Rêveberiya Jin a Reqayê beşdar bûn.  Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên doza azadiyê, şehîdên berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsa"Azadiya Rêber Apo misogeriya netewa demokratîk e", "Hêviya me berxwedan e em ê bi berxwedana xwe vegerin Efrînê", "Rûsya hevkarê dagikirina Efrînê ye", hatin hildan. Meşvana dirûşmeyên ku dagikirina Efrînê şermezar dike, berizkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li denge Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Mûrad Qereylan derbarê Efrînê, dagirkirina wê û çawaniya xwerêxistinkirinê ji bo rizgariya Efrînê, hate guhdarkirin. Paşê nameyek ji Yekîniyên Parastina Gel YPG'ê derbarê berxwedana gelê Efrînê û sekna wan ya li hember dagirkeriya dewleta tirk ruxmî hemû şert û mercan zehmet ji aliyê Cîgirê Hevseroktiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Abdo ve hate xwendin.
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêxistina Kongreya Star ên Herêma Efrînê, Endama Konseya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Hediya Yûsif axivî.
Hediya 3'emîn salvegera dagikirina Efrînê ji aliya dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê şermezar kir û wiha pêde çû: "Bêdengiya cîhanê li hember kiryarên bi serê Efrînê de hatiye ne tenê ji bo kurdên Rojava bû, lê belê di gelemperiya cîhanê de bû.  Ev bêdengî tê jiyîn ji ber hemû serpêhatiyên cîhanê di encama parastina bercewendiyên kapîtalîst û hegomon de dixebitin. Ji bo Efrîn û azadiya Rêber  Apo cîhan rabûye serhildanê û li hember desthilatdarî û dagirkeran wê têkoşna me bidome."
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.