Li Şehbayê şebekeya telefon û înternetê jî qût bû
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, jenerator hatine rawestandin û kehrebe bi temamî ji ser koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê qut bûye.
Navenda Nûçeyan – Li ser Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gelê Efrînê yê di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hat dagirkirin, ji aliyê hikumeta Şamê ve ambargoyek tê meşandin. Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê de ji duh êvarê ve li Şehbayê xilasbûna mazotê û rawestandina jeneratoran, hemû şebekeyên peywendiyan ên telefonan û înternetê ji xizmetê derketin.
Şebekeya telefon û înternet jî hatin qut kirin
Çend saet piştî qutbûna kehrebeyê, ji ber ku şehnê betariyên eneriyê yên bircên peywendiyan vala bûn, şebekeya telefon û înternet jî qut bû. Ji ber dorpêça hikumeta Şamê, li Şehbayê jenerator hatine rawestandin û kehrebe bi temamî ji ser koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê qut bûye.
Dê hemû jeneratorên li herêmê werin rawestandin
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Efrîn û Şehbayê demek berê saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daxistibû 2 saetan û duh bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku hemû jeneratorên li herêmê werin rawestandin.
Dibe ku li herêmê karesateke mirovî rû bide
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê jî duh daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû ku ji ber dorpêçê dibe ku li herêmê karesateke mirovî rû bide. Her wiha bang li aliyên hiqûqî kiribû ku dawî li dorpêçê bînin û bi taybet madeyên mazot û ard tavilê derbasî herêmê bikin.