Li Şehbayê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
Rêxistina Sara Efrîn-Şehbayê bi boneya 25'ê Mijdarê li wargeha Serdem belavok belav kirin û daxuyanî da.
Şehba – Bi boneya 25'ê Mijdarê Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê ya Efrîn-Şehbayê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê bi dirûşma "Ji tundiya li ser jinan re na, ji kuştina jinan û destdirêjiya li ser zarokan re na" belavok belav kir û pişî belavkirina belavokan daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara ya Efrîn-Şehbayê Gulê Çawîş ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Gulê Çawîş bal kişand ser Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan û wiha got: "Di bin dirûşma "Dagirkerî tundiya herî mezin e li ser jinan û xwezayê" û bi boneya Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî tundiya li ser Jinan ku dikeve 25'ê Mijdarê, her sal em tundiya li ser jinan şermezar dikin. Li welatê Domînîkê bi destê rêjîma faşîst a Trujulo sê jinên şoreşger ên bi navê xwişkên Mîrabel hatin qetilkirin. Divê her jin xwedî rol, hebûn û misyon be û li dijî tundiyê serî hilde. Di heman demê de em şopdarên pakrewanên xwe ne ku li dijî zihniyeta desthilatdar bedêlên giran dane û em ê xeyalên wan ên ji bo jiyana azad pêk bînin."
Gulê Çawîş diyar kir ku wê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Em Rêxistina Sara ya Efrîn-Şehbayê soza xwe di vê rojê de nû dikin û têkoşîna xwe li dijî hemû kiryarên hov ên li ser jinan didin meşandin, mezintir dikin. Em ê li hemberî hemû cureyên tundiyê dengê azadiyê bilind bikin û bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku hesab ji kesên tewanbar bixwazin û jiyana wekehev li ser prensîbên hevjiyana azad û demokratîk ava bikin."
Çalakî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.