Li Şehbayê bi daxuyaniyek kiryarên li herêma Efrînê tên kirin hatin şermezarkirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyek li gundê Til Qirah ê Kantona Şehbayê gef û tecawiza ku ji aliyê dewleta tirk a dagiker ve li dijî jinên Efrînê tên kirin şermezar kir.
Şehba- Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê daxuyaniyek li dijî gefên dewleta tirk li ser herêmê û kiryarên li ser jinan li Efrînê tên kirin bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye em fedaiyên Efrînê ne" li pêşiya navenda Meclisê li gundê Til Qirah ê navçeya Ehdasa Kantona Şehabyê da. Di daxuyaniyê de hemû endamên saziya malbatên şehîdan a herêma Efrînê amade bûn. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan hatin hildan.
“Dewleta tirk ji bo xewnên xwe yên Osmanî pêk bîne her hovîtiyê dike”
Daxuyanî ji aliyê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Fewzî Mistefa ve hat xwendin wiha hat diyarkirin: "Bi berdewamkirina şerê cîhanê ya sêyemîn bi taybetî li ser herêma me û asta cîhanê şer û pevçûn bi pêş ketine. Di aliyê teknîk û stratîjîk de di asta navneteweyî de bi giştî destwerdana rejîma tirk vî şerî li gorî şert û mercên navneteweyî û valahiyên siyasî ku li herêmê derketine holê û aloziya dewleta tirk dijî dimeşîne. Bi berxwedana gelên li Kurdistanê destanên lehengiyê hatin nivîsandin li dijî hêzên faşîzma teroriya tirk. Di vê serdemê de careke din bi xapandina raya giştî û bi derewan ji bo rawakirina hebûna xwe ya ne rewa û ferzkirina sîstema dagirkeriyê li herêmê didomîne. Her dem bi riya şêwazên gefxwarinê êrîşan û şerê qirêj ku tu mînakên wî tune ne li ser mirovahiyê pêk pêk tîne. Kiryarên hovane rojane li herêmên dagirkirî pêk tên. Revandin, lêdan, îşkence, kuştin û komkujî li dijî niştecihên herêmê, pêk tîne. Der heqê sivîlan de li bajarê Efrînê talankirin û dizîna cihên dîrokî yên pîroz ji xwe re kiriye hedef. Bi armanca guhertina demografîk û ferzkirina siyaseta qirkirin û tunekirinê li Kantona Efrîn, Şehbayê li tevahî herêmên dagirkirî Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê polîtîkayên hovane didomîne. Ev yek tê wateya ferzkirina zîhniyeta faşîzma hikûmeta AKP'ê. Ji bo ku xewn û xeyalên Osmaniyan pêk bîne, bi hemû awayî êrîşê gelên li Rojava dike û hewl dide derbe li pêşeroja nêz a aştiya civakî bide.”
“Divê ku NY û saziyên mafên mirovan destû nedin van êrîşan”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan ji Kantona Şehbayê ya berxwedêr bi tundî van kiryarên dagirkeriya dewleta tirk a û çeteyên wê şermezar dikin. Di heman demê de bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî hêzên dibêjin em aştîxwaz in cihê rexneyê ne. Ji ber ku bêdengiya wan tê wateya hevkariya dagirkeriya tirk di vê demê de. Li ser vê bingehê bangawaziya me ji Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan re ew e ku zextê bidin ser dewleta tirk a faşîst da ku dev ji siyaseta qirkirin û kiryarên hovane yên bê xqlaq ku li dijî pîvanên mirovahiyê ne berde. Daxwaza me ew e ku dagirkeriya ji ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê were rakirin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Serdemê","Bimre dagirkerî" bi dawî bû.