Li Şehbayê 14 hezar û 500 xwendekar ji xwendinê bêpar man

Cîgira Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Efrîn-Şehbayê, Hena Reşîd li ser rewşa xwendin û dibistanên li herêmê got: "Ji ber dorpêça hikumeta Şamê 68 dibistan hatine girtin, 14 hezar û 500 xwendekar ji xwendinê bêpar mane."

HESNA MIHEMED

Şehba- Li herêma Şehbayê bi sad hezaran koçberên Efrînê yên warên wan di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, dijîn. 6 sal in herêma Şehbayê bi dorpêça hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriya tirk re rû bi rû ye. Ligel êrîşan, hikumeta Şamê rêgiriya xwe jî di vê salê de dijwartir kiriye. Ji ber vê dorpêçê pêwîstiyên jiyanî weke mazot nakevin herêmê. Tunebûna mazotê yekser bandorek neyînî li ser rewşa perwerdeyê li herêmê dike. Ji ber vê yekê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrîn-Şehbayê di 25'ê Mijdarê de biryara rawestandina xwendinê li dibistanan ragihand.

Der barê bandora êrîşên dagirkeriyê û rêgiriya Hikumeta Şamê li ser asta perwerdeyê li herêmê, cîgira Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Efrîn-Şehbayê mamoste Hena Reşîd ji ajansa me re nirxandin kir.

Bandora rêgiriyê li ser dibistan û xwendekaran

Hena Reşîd di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa xwendinê li herêmê kir û wiha vegot: "Ji destpêka koçberbûna me ji Efrînê ve sal bi sal em weke desteya perwerdeyê astengiyan dikşînin. Armanc bi zehmetî û astengiyên li hemberî asta xwendina bi zimanê dayikê ew e ku destkeftiyên şoreşa ziman binpê bikin. Li hemberî vê hewldanê em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Piştî bicihbûna li Şehbayê me gelek astengî dîtin, bi derfetên kêm me dibistan ji zarokên xwe re vekirin. Heya ku gelek cih hene ji bo xwendinê ne guncav in lê dîsa xwendevan li wan cihan perwerdeyê dibînin. Di xaniyên hilweşiyayî û wêrankirî de dibistan hatin vekirin. Li hemberî berxwedan û îsrara ku hatiye meşandin her dem ji aliyê dijmin ve hewldanên tunekirina vê berxwedanê hebûn. Aliyekî êrîş û aliyê din jî dorpêç."

'14 hezar û 500 xwendekar ji xwendinê bêpar mane'

Di nava axaftina xwe de Hena Reşîd bal kişand ser bandora ambargoya li ser herêmê û wiha pêl da axaftina xwe: "Bandora dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin yekser li ser rewşa xwendinê dike ku tunebûna madeya mazotê li herêmê dihêle dibistan deriyên xwe bigrin. Ruxmî astengiyên ku dihatin derxistin li hemberî xwendekaran, dîsa jî hejmarek baş ji şagirdan li Şehbayê asta xwendina xwe bi serkeftî qedandin û di zanîngeh û paymengehan de cih digrin. Ev jî bersiva herî mezin e ji bo gefên dijmin. Xwendekarên me li ser soza bilindkirina şoreşa ziman dimeşin. Îsal ji salên borî dijwartir bû di warê rêgiriyê de, em neçar man deriyên dibistanan bigrin. Li Şehbayê 68 dibistan hatin girtin her wiha 14 hezar û 500 xwendekar ji xwendinê bêpar mane. Me hewl da bi riya waneyên online nehêlin xwendekar ji xwendinê qut bibin lê ji ber tunebûna mazotê elektrîk jî qut bûye pê re înternet jî tune ye, lewra em nikaribûn waneyên onlinê jî bidin."

'Em ê li rê û rêbazên cuda bigerin'

Hena Reşîd diyar kir ku wê ji bo xwendekar ji dibistan zêdetir neyên qutkirin bikevin nava liv û tevgerê û bi derfetên kêm jî asta xwendinê bidomînin û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku xwendekar zêdetir ji dibistan û xwendina xwe dûr nekevin em ê li rê û rêbazên cuda bigerin, deriyên dibistanan di demek nêz de vekin û nehêlin armancên dijmin pêk werin. Ne rêgiriya hikumeta Şamê ne jî êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker wê bigihîjin armanca xwe. Em ê li hemberî hemû astengiyan xwedî biryar û îsrar bin."