Li Şehbaya ku rastî êriş û rêgiriyê tê, rewş dijwar e

Rêveberiya Nexweşxaniya Avrîn a Şehba ya Bakûr û Rojhilatî Sûriyê Arîn Elî bal kişand xeteriyên ku ji ber rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê li heremê tê jiyankirin û banga hestiyariyê kir.

RAPARÎN BEKIR

Şehba – Dewleta Tirk di sala 2018’an de êrişî ser Efrînê kir. Piştî berxwedana 53 rojan a bê hempa Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên paramîlîter ên girêdayî wî ve hat dagirkirin. Efrîniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk neçar man ku ji Efrînê derkevin li qadên cûda yên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn. Yek ji heremên ku Efrînî niha lê dimînin herema Şehba ye ku 100 hezar şêniyên Efrînê li sê kampên cûda dimînin. Li gel rastiya êriş û dagirkeriyê ku rojane êrişên dewleta Tirk li ser heremê pêk tê, hikumeta Şamê ji sala berê ve rê li ser Şehbayê girtiye û nahêle ku pêdiviyên jiyanî derbasî heremê bibe.

Ji milekî ve êriş, ji milekî ve rêgirî

Li Şehbayê ku ji milekî ve êrişên dewleta Tirk pêk tê, ji milekî ve jî rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê li ser didome, gel herî zêde jî di warê tenduristiyê de zehmetiyan dikşîne. Li heremê ku ji ber rêgiriya hikumeta Şamê destûr nayê dayîn ku pêdiviyên gel û derman derbasî heremê bibin, jiyana gelek kesan di bin xetere de ye.

Herî zêde bandorê li qada tendûristî dike

Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehba ya Bakûr û Rojhilatî Sûriyê Arîn Elî pirsgirêkên ku ji ber rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê rû dide, nirxand. Arîn Elî anî ziman ku rojane pirsgirêkên mirovî li Şehbayê zêdetir dibin.

Arîn Elî anî ziman ku hikumeta Şamê bi van sepanên xwe yê li ser gel ferz dike dixwaze berxwedana gel têk bibe, çok lê bitewîne û wiha axaftina xwe domand: “Dorpêça hikumeta Şamê ser kantona Şehbayê herî zêde jî bandorê li qada tenduristê dike. Gelek kêmasiyên alavên bijîjkî û dermanan heye. Her wiha nebûna mazotê kirîzê dijwartir dike û jeneratorên kehrebê û ambulansa li nexweşxaneya Avrîn radiwestin.”

‘Dibe ku karesatek mirovî rû bide’

Arîn Elî ya anî ziman ku ger rewş wiha bidome dê rê li karesatek mirovî vebike axaftina xwe wiha domand: “Eger dorpêç bi vî awayî berdewam bike li pêş me karesetek mirovî heye, nexweşxane nexweşan bê beramber meyze dikin lê derman li dermanxaneya nexweşxaneyê nemaye. Ew nikarin dermanan derve jî bikirin ji ber ku tune ne eger hebin jî ji ber hebûna rêgiriyê gelekî buha ne.”

Banga hestiyariyê

Arîn Elî ya got “Herêm kirîzek cidî jiyan dike” anî ziman ku di berdewamkirina rêgiriya Şamê de dibe ku nexweşxane û navendên bijîşkî bê rawestin û ew nikaribin xizmeta gel bikin.

Arîn Elî herî dawî bal kişand berxwedana gel a di bin her şertê de bi biryar didomîne, li hemberî rewşê wiha banga hestiyariyê kir: “Banga me ev kiryar rawestin û hemû korîdorên mirovî li pêş gel vekin, eger hikumeta Şamê korîdoran veneke dê karasetek cidî be jiyankirin.”