Li Şehba, Heleb û Kobanê pîrozbahiya Newrozê taloq bû

Li Şehba, Heleb û Kobanê ku dê îro şahiya Newroza 2024’an hatiba li darxistin ji ber barana zêde taloq bû.

Navenda Nûçeyan – Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pîrozbahiyên Newroz 2024’an wê îro (21 Adar) li 12 navendan bihatana lidarxistin. Welatiyên bi rojane amadekariyên pîrozbahiyê dikin, îro vê heyecanê berê xwe didin, qadan. Lê li Kobanê, Şehba û Helebê rewşa hewayî bandora neyînî li ser bernameyê kir. 

Li hersê navendan ji ber barana dijwar ku ji serê sibehê ve dibare, pîrozbahiyên ku dihat plankirin saet di 11.00’an de destpê bikin, hatin taloqkirin.

Komîteyên amadekaran ên hersê navendan piştî nirxandina rewşê diyar kirin ku pîrozbahiyên îro hatine taloqkirin, lê dîroka pîrozbahiyên nû nehat diyarkirin.