Li Şedadê bermahiya şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Şedadê ji ber teqîna mayineke bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li gundê El Selce yê li başûrê Şedadê, mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiya û di encamê de zarokekî li ber pez bû, jiyana xwe ji dest da.

Ji ber teqîna mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê li şûna xwe hiştine, heta niha bi sedan kes mirine yan jî birîndar bûne.