Li Şedadê bermahiya şer teqiya: 5 zarok birîndar bûn
Li gundê Reşîdiyê ya gundewarê Şedadê yê kantona Cizîrê 5 zarok bi bermahiyên şer birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250105-images-jpg698951-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gundê Reşîdiyê ku 10 kîlometre li bakurê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, 5 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer birîndar bûn.
Navên zarokên birîndar bûne wiha wiha ne: Beşar Basil El Hisên, Sened Elî El Hisên, Macid Hisên El Elî, Hisên Elî El Hisên û Dawûd Elî El Hisên.
Hate ragîhandin ku zarok rakirine nexweşneyan.