Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê TÎS hat îmzekirin

Li gorî Peymana Kar a Kolektîfa ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û TUM-BEL-SEN'ê de hatiye îmzekirin, xebatkarên jin wê di 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê de di betlaneyê de bin. Herwiha jin jî wê bikaribin betlaneya reglê bikar bînin.

Navenda Nûçeyan - Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Herêmî (TUM-BEL-SEN) de Peymana Kar a Kolektîf (TÎS) hat îmzekirin.

Li gorî peymana ku wê di navbera 1’ê Hezîrana 2024’an û 31’ê Kanûna 2025’an de derbasdar be, wê jin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê wê rojekê bi betlaneya bi pere be. Herwiha jin wê her mehê di rojek bijartina xwe de betlaneya reglê bistînin.

Bi zimanê dayîkê kreş

Li gorî peymanê, ji bo zarokên xebatkarên şaredariyê yên di çaxa kreşê de, malên lênêrîna zarokan (kreş) bên vekirin û di nav de perwerdeya bi zimanê dayîkê jî xizmetên perwerde û lênêrînê bidin. Karmenda jin a ku welidîne, ji bilî "betlaneya fermî ya dayîkê" wê 8 hefte betlaneya bi meaş werbigire û dê û bavê din jî li ser daxwaza nivîskî 2 hefte bikar bîne. Karmendê mêr ê ku hevjîna wî welidîne, ji bilî “betlaneya fermî ya bavtiyê” dê 10 roj betlaneya zêde ya bi meaş bê dayîn.

Maddeya li dijî pirzewaciyê

Wekî din, xebatkarên xwedî pêdiviyên taybet wê di roja yekem a xebatê ya 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê û 10-16’ê Gulanê Hefteya Astengdaran de rojek betlaneyê were hesibandin. Kardêr wê salê carekê ji bo hemû memûran pêkanîna check-up û ger encamên check-up neyînî bin dê muayeneyên din peyda bike. Ji aliyê din ve, kardêr wê “lijneya mobîngê” ava bike da ku bûyerên tacîza psîkolojîk ên ku li karmendan diqewimin bişopîne û binirxîne û polîtîkayên pêşîlêgirtinê çêbike.

Li gorî peymanê, eger xebatkar zewaca pirzewacî bike yan jî kiribe, ji mafên ku ji peymanê derdikevin sûd wernagire.