Li Şarbajêr ji ber teqîna xazê jinek birîndar bû
Li gundek girêdayî Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê ji ber teqîna xazê jinek birîndar bû û rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmanî.

Silêmanî - Îro siharê ji ber hewagirtinê xazê, xaza malek li gundê Gewredê Gapulin ya Şarbajêr teqiya û di encama wê de jinek temen 45 salî Mirwarî Emer şewitî û birîndar bû.
Hat zanîn ku teqîn di dema çêkirina nanê siharê de rû daye. Hat ragihandin ku Mirwarî Emer a ji ber teqîne birîndar buye rakirine nexweşxaneya Silêmanî.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ev di nava dû mehên dawî de bi dehan teqineyên xazê li bajarên herêma Kurdistanê rû didin û ziyanên canî û madî digihînin hemwelatiyan û li beramberî vê ji ber bêxemiya hikumeta heremê heta niha jî tu tedbir nayên girtin.