Li Şamê panela ‘Dadweriya Veguhêz di Rewşa Sûriyeyê de’
Di panela bi sernavê ‘Dadweriya Veguhêz di Rewşa Sûriyeyê de’, rola jinan û edaleta vaguhêz hat nîqaşkirin. Di panelê de bal li ser rola jinan a di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de hat kişandin.

RAMA XELEF
Şam – Ji aliyê aktivîstên meclîsa jinan a Sûriyeyê ve, di 23’yê Îlonê de li peytexta Sûriye Şamê, bi beşdariya aktivîst, hiqûqnas, nûnerên saziyên civaka sivîl û kesayetên jin panelek bi sernavê ‘Dadweriya Veguhêz di Rewşa Sûriyeyê de’ hat lidarxistin.
Di panelê de têgîna edaletê di dema veguhez û girîngiya wê di avakirina pêşerojek bi aram de hat destgirtin. Bi taybetî bal hat kişandin ser rola jinan di avakirina civaka aştîxwaz de. Beşdaran bal kişandin ser bihêzkirina jinan û têkoşîna li dijî gotinên nefretê.
Di panelê de du mijar hatin destgirtin. Mijara yekem çanda edaletê ya dema veguhêz, di vir de têgîn bi xwe, girtina demborî, heqîqet, hesabdayîn, telafiya ziyanan û bi amûrên weke reformên sazî girîngiya di ketina pêşerojek aramtir de hat destgirtin. Di vê navberê de çanda mijara xeberê di civakek ku salên demdirêj otorîterî û tundî hat jiyîn de, hişyariya civakî bi awayekî aktîf nayê pêkanîn.
Mijara duyem jî li ser rola jinan di edaleta dema veguhêz de. Bal hat kişandin ser zoriyên ku jin di pêvajoya beşdarbûnê de rastî wan tên. Di heman demê de rola navendî ya jinan di belgekirina binpêkirinan de û mexdûriyeta wan kirine rojev de, sûda jinan di avakirina civaka bi aştî de derket pêş.
‘Bi aktîfkirina rola jinan re li Sûriyeyê wê hemû qad werin avakirin’
Aktivîsta jin û sendîkavan û endezyar Lîza Asî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Edaleta di dema veguhêz de divê ji bo başkirin û hesta ewlehiyê di dilê hemwelatiyan de bi cih bike pêk were. Ev jî encax bi zagonên ku mafên hemwelatîbûniyê ji bo hemû kesan dixe bin temînatê pêkan be. Dema hemwelatîbûniya wekhev pêk were, mirov wê xwe di ewlehiyê de hîs bikin, beşdarî avakirina dewletê bibin, sûdê bidin birînên xwe bi bipêçin û heta wê di aboriyê de qada ewlehiyê zindî bibe.”
‘Divê hêza jinan a rast were nirxandin’
Lîza Asî wiha got: “Ji bo vî karî hewldanên mezin lazim in. Bi taybetî li Sûriyeyê îro jin ji sedî 65’ê civakê ne. Bi karneanîna vê hêz û dûrxistina jinan nayê qebûlkirin. Rêjeya ji sedî 20 a ji bo jinan di meclîsê de hatiye veqetandin. Ev neheqiyek e. Divê ev hêz serbest were berdan, ji ber ku yên zêde êşan dikşînin jin in. Hem di dembûriyê de hem îro zext û êşan jiyane. Daxwaza jinên Sûriyeyê ya mafan rewa ye, ji ber ew rastî zext, zilm û qirkirinê hatine. Rola jinan rolake aktif e û divê bi awayekî rast were nirxandin. Weke ‘me ji sedî 10 an jî 20 daye jinan’ têrê nake. Ev ne lutufek e, berovajî kêmbûn e. Divê hêza jinan a rast were nirxandin. Li pêşiya me welatekî hilweşiyayî heye û di pêvajoya jinûveavakirinê de, bi nermî nêz nabin. Divê zanist, ceribandin û hêza kar were nirxandin. Heta divê em ji kesên teqawid jî sûd bigrin, ji ber tecrubeyên wan ên mezin hene.”
‘Xebatên me wê tenê bi Şamê re sînordar nebin’
Di navbera rûniştina panelê de midura têkiliyên bi gel re ya Meclîsa Şamê ya Jinên Sûriyeyê Ayşe Heso wiha got: “Nûnerên saziyên civaka sivîl, tevgerên siyasî, aktivîstên mafên mirovan, ji sivîl û aktorên diyar komek hilbijartî beşdarî panelên bûn. Dema em behsa edaleta di dema veguhêz de dikin, em behsa pirsgirêkên herî girîng ên rojane dikin. Awayê wê yê pêkanînê bi serê xwe mijarek bi aloz e. Ji ber vê bi taybetî divê dema ku em rastî dûrxistina sîstematîk, tunekirina rola jinan û gotinên nefretê tên, weke Meclîsa Jinan a Sûriyeyê me dît ku xebatên di vê qadê de neçarî ne. Xebatên me wê tenê bi Şamê re sînordar nebin, em ê hewl bidin belavî hemû herêmên Sûriyeyê bikin.”
‘Jin di aktîfkirina edaleta di dema veguhêz de xala sereke ne’
Ayşê Heso ev tişt got: “Nêrînên ku di panelê de hatin ziman, gelek dewlemend bûn. Yekîtiya di navbera yekîneyên civaka sivîl û aktivîstên jin de, têkildarî ku havkariya kar çawa bi pêş bixin gelek pêşniyar hatin kirin. Edaleta di dema vaguhêz de, xala sereke ya qonaxa li pêşiya me ye. Belavkirina çanda wê, avakirina bingeha civakê bi perspektîfa mafên jinan de û hebûna aktîf a jinan em ê pêk bînin.”
‘Divê em diyologê bi pêş bixin’
Ayşê Heso wiha bi dawî kir: “Di panelê de hat diyarkirin ku ev mijar bi serê xwe bi aloz e. Ev platform ji bo em dengê xwe bigihîjînin hemû aliyan bû. Armanca me bi pêşxistina Sûriyeyê xebatên havpar in. Krîza Sûriyeyê bi salan domiya, hemwelatiyan bedelên gelek giran dan. Di aliyê edaleta dema veguhêz de, bal hat kişandin ser mijarên hemwelatî û xweşbîniyê. Ev mijarên ku divê her dem werin nîqaşkirin in. Encax bi vî awayî em vê qonaxê bigrin û bigihîjin armancê. Di danîna zagon û rêvebirina wê de piştî nearamiya ku bi dehan salan domiya, weke Sûriyeyê rizgariya ji vê aloziyê û ji bo avakirina pêşerojek bi hev re divê em bikevin nava diyalogan.”
Panel bi pêşniyaran bi dawî bû
Di dawiya panelê de beşdar gihîştin encam û pêşniyaran, hate pêşniyarkirin ku ji bo armanca belavkirina çanda edaletê di dema veguhêz de divê kampanyayên hişyariyê û lidarxistina diyalogên vekirî bên encamdan. Her wiha hat gotin ku divê hebûna jinan di saziyên dewletê û civaka sivîl de tenê ji sedî 10-20 re sînordar nebe, bi awayekî aktîf beşdar bibin. Têkildarî yek ji zoriyên herî grîng li pêşiya avakirina aştiya sivîl, gotinên nefretê û têkoşîn bi dûrxistinê re hinek pêşniyar hatin pêşkêşkirin.