Li Îzmîrê karkerên jin meşiyan

Karkerên jin ên li Şaredariya Bornovayê dixebitin, çalakiya "Ji bo keda wekhev heqdestê wekhev", "Karê ewle, siberoja ewle" lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Karkerên jin ên li Şaredariya Bornovayê dixebitin ji bo daxwazên xwe hatin cem hev. Jinên li ber kafeya Buyukpark Çinarê hatin cem hev û bi qîrîna dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan", "Barê krîzê li milê patronan e", “Kuştina jinan Polîtîk e” , "Hêza me yekîtiya me ye” heta avahiya Şaredariya Bornovayê meşiyan.
Seroka Şaxê Ozgur Gença ku li ber avahiya şaredariyê daxuyanî da wiha axivî: "Em bi hev re li dijî kesên ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane, li dijî kesên ku azadiya lêxistina jinan dixwazin, yên ku bi gotina “ hûn ne wek hev in' em tinîn rewşa ji zext û tundiyê re vekirî û yên ku jiyaneke erzan a nebaş wek mafê xwe dibînin, cem hev in.”
 “Jin ne bê bijar de ne”
Ozgur Genç bal kişand ser têkoşîna li dijî tacîz, destavêtin û şîdetê ya li kargeh, navçe, tax, zanîngeh, fabrîqayan û got, “Em ne bi tenê ne û ne jî bê bijar de ne. Em ê li qadan, li kolan, li kargehên hejmara ÎLO 190 ya Pêşîlêgirtina Şîdet û Tacîzê ya li Kargehan biaxivîn û behsa Peymana Stenbolê bikin. Em ê biaxivîn ku li dijî xizaniyê, KHK’ê yên ku li ser me tên ferzkirin, daraza ku jinan paşguh dike, enflasyon, tacîz, komkujî û şîdetê çawa werin cem hev.