Li Îzmîrê 5 rojnameger hatin binçavkirin

Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin û 5 rojnamevan hatin binçavkirin. Der barê rojnamegeran de 24 saet biryara qedexeya parêzaran hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin.

5 rojnamegerên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin Şaxa TEM'ê ya Çankayayê. Di dosyayê de hat hînbûn ku 24 saetan qedexeya parêzeran heye, hat diyarkirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.