Li Îtalyayê du keştî noqî avê bûn bi dehan koçber winda ne

Li peravên girava Lampedûsayê 2 keştiyên ku koçber tê de hebûn, noqî avê bûn. Cenazeyê dayîkek û zaroka wê hat dîtin û 30 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Hêzên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ragihandin ku li peravên girava Lampedûsayê 2 keştiyên ku koçber tê de bûn noqî avê bûne.

Hat ragihandin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 57 kes hatin rizgarkirin. Zêdeyî 30 kes jî winda bûn.

Hat ragihandin ku keştî ji peravên Safakes êm Tûnisê ketiye rê. Li gorî nûçeyan, keştiyên ku berê wan li Ewropayê bû duh li peravên Lampedûsayê noqî vê bûne. Hat diyarkirin ku di keştiyekê de 48, di ya din de jî 42 kes hebûn. 

Hêzên ewlekariya peravê dan zanîn ku 57 kesan rizgar kirine lê belê cenazeyên 2 kesan hatine dîtin. Ji kesên mirine jinek ji Peravên Diranên Fîlan û yê din jî zarokek bû. Zêdeyî 30 kes jî winda ne.

Îsal 92 hezar kes derbas bûn

Li gorî Wezareta Karên Hundir, ji destpêka salê û vir ve nêzî 92 hezar koçber û penaber gihîştin Îtalyayê. Di sala 2022’an de zêdeyî 42 hezar û 600 koçber bi riya deryayî gihîştibûn peravên Îtalyayê