Li Îsraîlê şîdeta mêr zêde dibe: Bi hezaran jinan telefona xeta alîkariyê kirin
Rêxistina Jinan a Siyonîst a Navneteweyî bal kişande ser vê yekê ku li Îsraîlê hejmara bûyerên şîdeta li dijî jinan a dinava malbatê de ji sedî 315 zêde bûye. Her wiha hat gotin ku hejmara şîdeta li dijî jinan a dinava malbatê de ku di sala 2019'an de 688 bû, di sala 2020'an de derketiye 2 hezar û 853'an, her wiha hat destnîşankirin ku bi hezaran jinan telefona xeta alîkariyê kirine.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Jinan a Siyonîst a Navneteweyî (WIZO) rapora xwe ya salane ya bi daneyên ku ji wezaretên hikûmetê, Ofîsa Teftîşê ya Dewletê, Polîsên Îsraîlê û Servîsa Girtîgeha Îsraîlê berhev kirine eşkere kir. Li gorî raporê, li Îsraîlê hejmara bûyerên şîdeta li dijî jinan a dinava malbatê de sedî 315 zêde bûye. Hejmara şîdeta li dijî jinan a dinava malbatê de ku di sala 2019'an de 688 bû, di sala 2020'an de derket 2 hezar û 853'an. Di raporê de hat ragihandin ku li Îsraîlê di sala 2020'an de 26 jin hat qetilkirin, 13 jin ji aliyê mêrên ku bi hev re bûn hatine qetilkirin û ji 13 jinan 4'ê wan beriya bên qetilkirin li cihê polîsan gilî kirine. Her wiha di raporê de hat eşkerekirin ku ji sedî 31,2’ê gumanbarên kujer ji berê vê ji aliyê polîsan ve dihatin naskirin.
Bi hezaran jinan telefona xeta alîkariyê kirin
WIZO destnîşan dike ku hejmara banga li ser xeta 118 a şîdeta nav malê jî zêde bûye. Di sala 2019’an de 2 hezar û 286 jinan telefona alîkariyê kirin, di sala 2020’an de ev hejmar derket 5 hezar û 866’an. Rêvebira Beşa Pêşkeftina Jinê ya WIZO Rivka Neumann, di hevpeyîvîna xwe ya dayî Media Line de got, “Li her devera ku em lê dinêrin, wiha xuya dike ku kesekî agir pêşxistiye. Di dema karantînayên koronayê de jin û zarok li malên xwe bi kesekî destdirêjkar re asê man. Rêyek wan tune bû ku derbikevin derve an jî nekarî bûn biçin dibistanê û cihên kar. Hepskirina mirovan û hiştina wan a tenê bi mêrek destdirêjkar re bûye sedema zêdebûna şîdeta nav malê."
Li gorî rapora WIZO'ê ya sala 2019'an, 688 jin rastî şîdeta nava malê hatine û 17 jin jî hatine qetilkirin. 5 jin jî ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin.
Werger: JINHA