Li Îsraîlê li ber Meclîsê xwepêşandan didomîn

Li Îsraîlê, koalîsyona bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu pêşnûmeya darazê ya rayeyên Dadgeha Bilind a li ser hikûmetê sînordar rake, ji bo erêkirinê Meclîsê. Li dijî pêşnûmeyê li derdora avahiya Meclîsê xwepêşandan didomîn.

Navenda Nûçeyan- Li Îsraîlê, koalîsyona bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu, pêşnûmeya darazê ya rayeyên Dadgeha Bilind a li ser hikûmetê  sînordar rake, ji bo erêkirinê anî Meclîsê

Bi anîna pêşnûmeyê ya ji Meclîse re, li derdora Meclîsa Îsrailê ya li Qudsa Rojava xwepêşandan destpê kirin. Bi sedan xwepêşandêrên ku di saetên serê sibê de li hev civiyan, bi zincîra mirovan ya ava kirin re hewl dan rêya li dora Meclîsê bigrin. Polîsên Îsraîlê bi yekîneyên siwarî û TOMA'yan hewl dan xwepêşanderan ji qadê dûr bixe.

Piştî ku xwepêşander ji ser rêya li nêzî Meclîsê hatin derxistin, ber bi avahiya Meclîsê ve meşiyan. Polîsên Îsraîlî êrîşî xwepêşanderên ku bi avakirina zincîra mirovan hewl dan rêya li dora parlementoyê bigrin, kir. Hin xwepêşander ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hatin binçavkirin.

Ji Serokomariyê banga berpirsyarî girtin e

Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog duh êvarê bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu, serokê muxalefeta sereke Yair Lapid û Benny Gantz re cuda cuda hevdîtin pêk anî. Îshaq Herzog ê ku di seatên sibehê de daxuyanî da, diyar kir ku ji bo lihevkirinê zemîn heye, lê nakokiyên di navbera aliyan de didome. Isaac Herzog, bang li rayedarên hilbijartî kir ku  cesaret nîşan bidin û  ji bo fikrek hevapar, ji aliyên din gav biavêje û wiha got: "Ev rewşeke awarte ya neteweyî ye. Dem dema berpirsyartî girtîne ye."

Tê payîn ku di nava rojê de were dengdan kirin

Parlamenterên muhalefetê jî ragihandin, ger lihevkirin pêkneyê, dê dengdana pêşnûmeya darazê ya li Meclîsê boykot bikin. Tê payîn ku pêşnûmeya darazê di nava rojê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê dengdan.

Pêşnûmeya darazê ya mijara gotinê, guhertinên wekî bisînorkirina rayeyên Dadgeha Bilind û rayeya xwedîlêderketina di tayînkirina dadweriyê de cih digire. Hikûmeta Netanyahu ragihand ku pêşnûmeya darazê ku dê di çarçoveya rêziknameya dadwerî de rayaya Dadgeha Bilind ya hikûmetê, piştî dengdana yekem a di 11’ê Tîrmehê de derbas kir, dê ji bo dengdana 2 û 3’êmin di 24’ê Tîrmehê de ji bo meclîsê re bîn e.

Navên ku li Îsraîlê di siyasî, artêş, ewlekarî, aborî û darazê de erkên bilind kirin e, diyar kirîn ku ew li dijî rêziknameya darazê ya hikûmetê ne. Tevgera protestoyî ya li dijî rêziknameya edlî ya hikûmeta Netanyahu jî, ev nêzî 7 mehin xwepêşandanên xwe berdewam dike.