Li Îsraîlê çalakiyên li dijî sînorkirina darazê berdewam dikin

Li Îsraîlê bi hezaran kes, ji bo sererastkirinên ku rayeyên darazê bi sînor dikin û li dijî polîtakayên rastgir vê hefteyê jî çalakiyên xwe yên protestoyî berdewam kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Îsraîlê li dijî sererastkirinên ku hikumeta Benyamîn Netanyahu ji bo sînordarkirina rayeyên darazê kirine û li dijî polîtîkayên rastgir, her hefte şeva Şemiyê çalakiyên girseyî yên protestoyî tên lidarxistin.

Şeva din jî li navenda Tel Avîv bi hezaran kesên ku kom bûn, hikumetê protesto kirin. Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth polîsên Îsraîlê di xwepêşandanên li Tel Avivê de, 2 xwepêşander binçav kirin. Serokê muxalafetê Yair Lapid jî beşdarî xwepêşandanên li Tel Avîvê bû.

Ji derveyî Tel Avîvê li gelek herêmên welat li dijî reforma darazê ya hikumetê çalakî hatin lidarxistin. Polîsan ji ber xwepêşandanan hinek rê girtin. 

Reforma darazê ya mijara gotinê ku di 5’ê Çileyê de hatibû aşkerakirin, rayeyên dadgeha bilind sînordar dike û yên desthilatdariyê jî zêde dike. Li gorî wê dê di tayînkirina darazê de hikumet bibe xwedî gotin. Benyamin Netayahu ji bo xwepêşandanên ku li seranserê welat dest pê kirine, gotibû ku sererastkirinên ji bo darazê taloq kiriye lê belê piştî ku butceya sala 2023-2024’an li meclisê hat erêkirin, hat diyarkirin ku wê careke din mijara sererastkirina darazê bibin meclisê.