Li Îsraîlê bûdçeya ku gel bertek nîşan da hat erêkirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi lihevkirina bi partiyên ku hikûmeta koalîsyonê ava dikin re butçeya 2023-2024’an a ku bû sedema nerazîbûnan, ji Meclîsê derbas kir. Muxalefetê wiha got: "Butçeya herî hilweşîner a dîroka welat hat erêkirin.”

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi partiyên Yahûdî yên zêde rastgir û ultra-ortodoks ên ku hikûmeta koalîsyonê pêk tînin re li hev kir. Bûdçeya 2023-2024’an a ku ji Meclîsê re hat anîn, bi 64 dengên “erê” û 56 dengên “na” hat qebûlkirin.

Bûdçe, ji bo sala 2023’an 484 milyar şêkel (nêzîkî 132 milyar dolar) û ji bo sala 2024’an jî 514 milyar şêkel (nêzîkî 140 milyar dolar) hat diyarkirin.

Pêşnûmeya reforma darazê dê dûbare were Meclîsê

Serokwezîr Benjamin Netanyahu yê ji televîzyona Kanal 14’an re axivî, diyar kir ku pêşnûmeyên qanûnên "reforma darazê" yên bi nîqaş ên ku bi mehane li welat bûne sedema xwepêşandanên girseyî û ku hukûmet neçar ma rawestîne jî dê dûbare were Meclîsê. Benjamin Netanyahu, balkişand li ser hevdîtinên berdewam ên ji bo bidestxistina lihevkirina li ser proje yasayê ya bi muhalefetê re û wiha got: "Ji xwe em di nîvê mijarê de ne, em hewl didin bi muhakefetê re bihev bikin û ez hêvîdar im em bi ser bikevin."

Pêşnûmeya reforma darazê ya mijara gotinê, bi hinceta ku rayeya darazê qels dike bi mehan e tê protestokirin.

'Butçeya herî hilweşîner a dîroka welat ji Meclîsê derbas bû'

Li Îsraîlê Muxalefeta siyasî û civakî jî bi hinceta ku Yahûdiyên olî (Haredî) ku ji sedî 13’ê nifûsa Îsraîlê pêk tînin, "ji butçeyê para şêrê digrin" û "Îsraîliyên din vî beşî fînanse dikin” bertek nîşanî hikûmetê dan. Serokê muxalefetê ku di heman demê de serokwezîrê berê ye Yair Lapid, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a Twitterê parve kir de, wiha got:

“Dema ku hûn xew dikir, bûdceya herî xirab û hilweşîner a dîroka welat ji Meclîsê hat derbas kirin. Di hundirê vê de agahiyek baş nîne, ji giraniya jiyanê re têkoşîn nîne, tenê talankirinek dawî ya vê nîne heye. Ev bûdce li hember welatiyên Îsraîlê binpêkirina teahûdan e û berdala vê em hemû, zarokên me û heta zarokên zarokên me jî dê bidin.”

Wezîrê Parastinê yê berê û Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî Benny Gantz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, wiha got: "Îsrail ketiye destê koalîsyoneke tund ya aborî û civaka welat qurbana polîtîkayên xwe dike."

Dê bi budçeyê ji saziyên olî re dê fînansmek zêde bê misoger kirin

Di butçeya ku ji Meclîsê hat derbas kirin de, dê ji bo Yeşîviyên ku perwerdehiya Yadûditî didin, saziyên olî, xwendekar û xebatkarên re fînansmanek zêde tê misoger kirin. Bernameya alîkariya xurekê ya 1 milyar şêkel (nêzîkî 270 mîlyon dolar) ku ji aliyê hevkarê hikûmetê Partiya Şas ve hatiye xwestin jî di budçeyê de cih digire. 250 milyon şêkelên zêde (nêzîkî 68 milyon dolar) ku Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê zêde rastgir Îtamar Ben-Gvir yê ji bo Wezareta Pêşketinê ya Herêma Necef û Celîlê ku di bin banê partiya wî de ye, xwestibû jî tevlî bûdçeyê bû.