Li Îsraîlê bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li dijî darazê bûn

Li Îsraîlê xwepêşandanên li dijî vesazkirina sînordarkirina rayedarên darazê ya hikumeta koalîsyonê, bi beşdariya 10 hezaran di hefteya xwe ya 21’ê de berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Li Îsrailê di bin pêşengiya serok Benyamîn Netanyahu de li dijî vesazkirina daraza hikumeta koalîsyonê, her şeva Şemiyê xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin. Xwepêşandan di hefteya xwe ya 21’ê de berdewam dikin û li seranserî welat bi 10 hezaran kes daketin qadan.

Bi 10 hezaran kes daketin qadan

Di serî de bajarên Tel Avîv, Rojavayê Qudusê û Birussebî, li seranserî welat di xwepêşandanên li 10 xalan de bi deh hezaran kes beşdar bûn. Wekî her hefteyê vê hefteyê jî bi beşdariyek girseyî beşdarî xwepêşandana ku paytext Tel Avîv malavaniya wê dike bi hezaran xwepêşandêr beşdar bûn û li ber deriyê Kompleksa Hikumetê ya li ser cadeya Kaplan kom bûn.  

Koma ku tundiya li hemberî jinan protesto kir jî di nava xwepêaşdanê de bû

Li gorî nûçeya Gazete Duvar di platforma ku li Cadeya Kaplan hat danîn de, kesên cuda yên ji Îsraîlê, li dijî vesaziya darazê ya hikumetê axaftinên ku balê dikşînin ser demokrasiyê kirin. Çapemeniya Îsraîlê, cih da axaftinên siyasetmedar, endamên berê yên artêşê, burokratên ewlehiyê û navê ku ji dinyaya hunerê li seranserî welat beşdarî xwepêşandanan bûn li vê derê kirin.

Li qadên ku xwepêşandan lê tên kirin, ji derveyî vesaziya darazê ya hikumetê, di nava civakê de tundiya li hemberî jinan û hemwelatiyên Ereb ên li Îsraîlê ew cihêkariya ku rastî tên komên li dijî vê yekê helwesta xwe nîşan dane cih girtin.

Wezîrê edaletê yê Îsrailê Yariv Levîn reforma darazê ya di 5’ê Çileyê de daye sekinandin, sînordarkirina rayedarên dadgeha bilind, guherînên tayînkirina darazan di desthilatdariyê de bibin xwedî gotin digre nava xwe. Di 27’ê Adarê de li seranserê welat her roja ku diçe xwepêşandanên girseyî zêde dibin û vesaziya darazê ku bûye sedema grevan, Benyamîn Netenyahu aşkera kir ku taloq kiriye, piştî butçeya 2023-2024’an di vê hefteyê de di meclisê de hat erêkirin. Nîqaşkirina hikumetê ya vesazîkirina darazê destnîşan kirin ku wê berdewam bike.