Li Îspanyayê axaftina zimanan li meclisê hat erêkirin.

Rêziknameya axaftina bi zimanên fermî yên Îspanyayê, Baskî, Katalonî Galiçyanî li meclisa Îspanyayê li hemberî 170 dengan bi 180 dengan hat erêkirin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Îspanyayê, guherîna di rêziknameya ku ji derveyî zimanê Îspanyolî, axaftina bi zimanê Baskî, Katalonî û Galîçyanî li meclisê ku zimanên fermî yên welat in, li meclisê hat erêkirin. Di dengdana duh hat kirin de, têkildarî axaftina bi her sê zimanan li meclisê pêşniyara guherînî li hemberî 170 dengan bi 180 dengan hat pejirandin.

Di dengdana li meclisê de, partiyên Bask, Katalan û li Galiçyayê ji bo guherînê dengên “erê” dan, partiya yekem Partiya Gel (PP), Partiya Vox a faşîst Vox û partiya Yekitiya Gelê Navarrayê (UPN) li dijî guherînî dengê xwe dan.

Ji 19’ê Îlonê ve li meclisê bi wan zimanan tê axaftin

Bi biryara Dîwana Meclisê ya Îspanyayê, zimanên hevpar, ji 19’ê Îlonê ve li meclisê tên axaftin û ji bo vê yekê tercuman û ekîba teknîkê ya nû girtin meclisê.

Zimanên fermî yên hevpar, Baskî, Katalanî, Galiçyanî û Valensiyanî di parlamentoyên herêmî yên herêmên xweser de û saziyên fermî de tên axaftin û li dibistanan tên hînkirin. Axaftina bi van zimanan li meclisê, piştî hilbijartinên giştî yên di 23’yê Temûzê de, piştî avakirina hikumetê hatibû rojevê.