Li Îraqê di sala 2021'an de 5 hezar bûyerên tundiyê hate tomar kirin
Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran îsal 5 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan li hemû parêzgehên Iraqê tomar kirine.
Navenda Nûçeyan – Di 9'ê Kanûnê de Emîndariya Giştî eşkere kir ku ji ber nepejirandina yasaya sûcdarkirina tundiyê li welat, bûyerên şîdeta li ser jinan pir zêde bûne. Pêşnûmeya qanûnê ya li dijî tundiya malbatê ku niha li ser refên Serokatiya Meclîsê ye, her tim di bin êrîşan de ye.
Rêvebera Giştî ya Daîreya Jinan a Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran Yusra Kerîm wiha got: " Hejmara rastîn ji van hejmaran zêdetir e, ji ber ku ji ber hin urf û adetên ku di civakê de serdest in, gelek bûyer nayên tomarkirin. Xebatên ji bo amadekirina pêşnûmeya qanûnê ya parastina ji şîdeta malbatê didomin. Ev proje niha li benda kombûna parlementoya nû ye daku were pêşkêşkirin."
Plan li ser esasê wekheviya zayendî û mafên mirovan ên cîhanî yên jinan hatiye avakirin û ya ku di qanûnên navneteweyî de ji bo mafên jinan li gor stratejiyên netewî hatiye diyarkirin ji aliyê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pejirandin, Ji bo parastina mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser wan.