Li Îranşehrê 3 jinên Belûc hatin binçavkirin

Hêzên ewlehiyê li navçeya Garîbabad a Îranşehrê bi ser malekî de girtin; di encamê de 3 jinên Belûc li ber çavên zarokên xwe rastî tundiyê hatin, hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ajansa medyaya mafên mirovan a bi navê HalVash, li navçeya Garîbabad a Îranşehrê hêzên ewlehiyê serdegirtineke malê pêk anîn û di encamê de 3 jinên Belûc bi tundiyê hatin binçavkirin.

Serdegirtina malê û tundiya fizîkî

Li gorî agahiyên di raporê de cih digirin, duh hêzên ewlehî, leşkerî, kesên bi cilên sivîl û karmendên bicîhanîna qanûnê, derdora saet 14’ê li ser malekî li Kolana Razî ya navçeya Garîbabad a Îranşehrê girtin.

Hat diyarkirin ku serdegirtin ji bo girtina yekî ji kurên malbatê ku der barê wî de giliya taybet hebû, hatiye kirin. Lê belê dema hêzên ewlehiyê ketine hundirê malê, bi devkî heqaret li malbatê kirine û ew bi veşartina kesê ku lê digeriyan tawanbar kirine.

Di dema serdegirtinê de, her sê jin li ber çavên zarokên xwe bi kulm û pîhînê rastî tundiya fizîkî hatin. Di encama vê tundiyê de serê jinekê şikest û bi giranî birîndar bû, her wiha rûyê jinên din jî şîn bû.

Nasnameya jinên hatine binçavkirin

Di encamê de nasnameya her sê jinên ku hatine binçavkirin hat eşkerekirin. Li gorî vê yekê:

Şîma Bamerî û Saîme Bamerî xwişkên hev in. Setayeş Bamerî jî bûka malbatê ye.

Sedema binçavkirinê û rewşa wan a nediyar

Li gorî zanyariyên xizmên wan, piştî ku her sê jin hatin binçavkirin, malbatê ji bo pirsîna aqûbeta wan serî li rayedarên pêwendîdar da. Lê belê ji wan re hatiye ragihandin ku her sê jin bi tohmeta "heqaretkirina rayedarên dewletê" hatine binçavkirin.

Heta niha der barê cihê girtina wan, rewşa tenduristiya wan û pêvajoya edlî ya dosyayê de tu agahiyeke zelal nehatiye dayîn.