Li Îranê zilma li ser yûrdên xwendekarên jin

Li Îranê jinên ku dixwazin di yûrdan de bicîh bibin, rastî pirsgirêkên wek kontrolkirin, bêdengkirin, sînordarkirin û marjînalîzekirinê tên. Ev qada ku bi hêviya starbûnê tê tercîhkirin, ji bo gelek jinên ciwan veguherî qadek kontrolker û bi stres.

ŞÎLAN SAQEZ

Navenda Nûçeyan – Avahî, ji bo jinan û bi taybetî jî ji bo jinên bi tena serê xwe dijîn, ne tenê mafek bingehîn ê jiyanê ye, di heman demê de mîna amûrek kontrol û dîsîplîna civakî tê bikaranîn. Çi yûrdên dewletê yên bi pîven û mekanîzmayên ewlehiyê yên hişk, çi jî malên kirêkirî yên li taxên ku hebûna jinên tenê tehemûl nake, beden û jiyana jinê her tim di bin çavdêrî, darizandin û sînordarkirina domdar de ye. Ev rewş, avahiya baviksalar a têgeha "xwedîbûna malê” li şûna azadiyê veguherand teknîkek rêveberiyê, bi polîtîkayên olî û aboriya avahî ya neolîberal re girêdayî ye.

Ev rapor, yûrdên zarokên keç û avahiyên jinan ên li Îranê, bi taybetî di warê sînorkirin, bêdengî û zirarên civakî yên ku jinên bi tena serê xwe dijîn an jî jinên di yûrdan de dimînin, lê rast tên lêkolîn dike. Armanca raporê ew e ku polîtîkayên avahî, kontrolên civakî û çandî û avahiyên hêzê, kontrola civakî û newekheviyên zayendî yên di tecrûbeyên rojane yên jinan de derdikevin holê, analîz bike.

Bedena di bin kontrolê de û mekana disîplînkirî

Avahî ne tenê pêdiviyek fîzîkî ye; her wiha qadekî ku hêz, zayend û siyaset dighîjin hev e jî. Yûrdên keçan ên li Îranê, di gelek rewşan de ji qadên ewletir bêtir, qadên disîplînê ku beden û tevgerên jinan bi pîvanên hişk û çavdêriya domdar kontrol dikin e. Mayîna li yûrd an jî avahiyên jinên tenê dijîn, di şûna mafekî xwezayî yê hemwelatbûnê veguherî mijareke ewlehî û ehlaqê. Her wiha qeyrana avahî ya li Îranê, ji ber spekulasyona erd, polîtîkayên piştgiriyê yên netêrkêr û têkçûna bernameyên dewletê, bi taybetî li ser jinên tenê, xwendekar, jinên kedkar û jinên koçber bandorên tund avadike. Nedayîna xanî ya ji bo jinên tenê, biçûkxistina civakî û nêrîna ewlehîkar, bi aweyekî rasterast mafê jinê yê xwedîbûna xanî asteng dike.

Di vê pêvajoyê de, dewlet tenê netêrkêr e, gelek caran bi pêkanîna polîtîkayên cudakar an jî bêdengmayînê newekheviyên zayendî yên di qada avahiyan de ji nû ve hildiberîne. Mafê jinan ê avahiyan divê ne tenê mîna pêdiviyek xweşiyê, mîna mafek siyasî bê fêm kirin.

Yûrd veguherîn qadên bazirganiyê

Di çarçoveya siyasî-aborî ya avahiyan de, yûrdan êdî ji bo xwendekar ne xaniyên demkî ne, veguherîn perçeyek bazara xanî û karûbarên bajarî ya li ser bingeha qezencê. Bi taybetî di yûrdên keçan de, ev qad du fonksiyonan bi hev re bicîh tîne; ya yekem dîsîplîna siyasî-ehlaqî ya bi rêya çavdêrî û kontrolê; ya duyem jî kedxwariya aborî ya bi danîna bihayên zêde ji bo nivînek e.

Bazirganîkirina yûrdan, bi taybetî ji bo xwendekarên ji çînên jêrîn an jî ji deverên xizan tên, lêçûnên mezin ferz dike û mafê xizmetên bi kalîte an jî hilbijartina rastîn pêşkêş nake. Ev rewş tenê bi hilberandina newekheviyên mekanî û çînî sînordar namîne. Di heman demê de xwendekaran ji statuya "hemwelatiyên zanîngehê" vediguherîne statuya "xerîdarên yûrdê".

Jinên xwendekar di vê pêvajoyê de rastî zexta dualî tên: neçar dimînin ji bo qadek lêçûnên bilind û çavdêriya hişk peteyan bidin û di heman demê de gihîştina avahiyên serbixwe, ji ber klîşeyên zayendî, bêewlehiya li bajêr û polîtîkayên cudakar, bi giştî tê astengkirin. Di vê çarçoveyê de yûrd, tenê cîhek nîştecihbûnê ye, teknolojiya hêz û berhevkirina sermayeyê ye.

Yûrdên keçan veguherîn qada jiyana tê kedxwarinê

Yûrdên keçan ên li Îranê, ne tenê qadên nîştecihbûna demkî ne, mîna saziyên dîsîplîn û îdeolojîk ên hewl didin beden û hişê jinên ciwan di çarçoveyên ewlehî, ehlaq û aboriyê de dîl bigirin, dixebite. Ev qad, di navbera tundiya avahîsaziyê ya pirqatî de ye û şert û mercên tenduristiyê ya nebaş, xwarina bi kalîteya kêm, qelebalixiya zêde û mîmariya kontrolker, bêeleqebûna sazûmanî ya ji bo jiyana rojane ya jinan nîşan dide. Reftarên karmendan, pîvanên hişk û kontrola li ser têkiliyên civakî, mekanîzmayên serdestiya serweriya mêr û dewletê ji nû ve hildiberîne.

Nîşana civakek ku dixwaze jinan perwerde, sînordar û marjînal bike ye

Di asta çandî de jî sînemaya Îranî bi gelemperî yûrdên keçan mîna cihên tirsandin, pêşbazî û xirabûnê nîşan dide an jî wan mîna mîzah an jî komediyek sivik a bi rêya zayendî pêşkêş dike. Ev temsîlkirin, yûrdan li şûna cihên mezinbûn û hevgirtinê, mîna qadên kontrol û fikaran nîşan dide. Di heman demê de, kirêyên bilind, xizmetên xirab û bazirganîkirina cîhê jiyanê ya xwendekaran, perçeyeka kedxwariya siyasî-aborî ya bedana jinê ya di nav pergala perwerdehiya bilind a neoliberal de ye. Di yûrdan de bedana jinê tenê bi kontrolkirinê re namîne, di heman demê de çavkaniya dahatê ye jî. Mafê nerazîbûnê an jî guhertina avahîsaziyê tune ye. Bi gelemperî yûrdên keçan, nîşanek civakekî dixwaze jinan perwerde bike, sînordar bike, kedxwarî bike û marjînal bike ye.

Di yûrdên keçan de bêdengiya bi zorê serdest e

Avahî di pergala siyasî û civakî ya Îranê de, bi taybetî ji bo jinên ciwan û jinên tenê dijîn ne qada jiyana serbixwe ye, qada ji nû ve avakirina kontrol, vederkirin û ji nû ve hilberandina pergala baviksalar e jî. Ev kontrol, bi du awayên berbiçav û sembolîk xwe nîşan dide: ji aliyekî ve yûrdên keçan û ji aliyê din ve jiyana jinên serbixwe ya li bajêr.

Di yûrdên keçan de, bêdengiya bi zorê serdest e. Xwendekar, pirî caran nikarin li dijî rêvebiran, pîvanên hişk, demên ketin û derketinê, çavdêriya dijwar û muameleya biçûkxistinê xwe neqayîl bikin an jî bazar bikin. Ev bêdengî, mîna encamek avahiya dîsîplîn û ewlehiyê ya odeyên zarokan, "bedana jinê" vediguherîne objeyek di bin çavdêriyê de. Tu sazî hesab nade; xwendekarên yûrdê ne hemwelatiyên xwedî maf e, mêvanên demkî û acisî ava dikin e.

Jiyana jinên serbixwe ne mîna mafek, mîna şaşitiyek tê dîtin

Ji aliyê din ve, jinên avahiyên serbixwe hildibijêrin, bi zextên çandî, olî û civakî re rû bi rû dimînin. Çavên tûj û awirên cîranan, mudaxeleyên xwediyên xaniyan, tacîza kolanan, demxeyên ehlaqî û gefên rasterast û nerasterast, bedana jinê li kolanan û li malê bêparastin dihêlin. Di vê hawîrdorê de, jiyana jinên serbixwe ne mîna mafek, mîna şaşitiyek tê dîtin. Di her du rewşan de jî, xanî ji mafek derdikeve û dibe amûrek serdestiyê. Çi nivînek di yûrda dewletê de be, çi jî malek kirêkirî ya li taxeke baviksalar be, jin rojane û bi cûreyên zexta avahîsaziyê re rû bi rû dimînin. Jin him ji ewlehiye ve bêpar dimînin û him jî dengê wan tê qutkirin. Avahiya ku ji bo jinan tê pênasekirin, êdî ne cihê stargehbûnê, xefik e. Ne qad e, amûreke bêdengkirinê ye.