Li Îranê zextên li ser mamoste û xwendekaran
Rayedarên hikûmeta Îranê ji bo pîrozkirina 43’emîn salvegera Şoreşa Îslamî zextê li gel dikin. Mamoste û xwendekarên diyar kirin ku ji ber tevlîbûna merasîman gef li wan hatiye xwarin, gotin "Em natirsin."
LARA GEWHERÎ
Mehabad – Serhildanên ku di 16’ê Îlona 2022’an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kiribûn derbasî meha şeşan dibe. Li gel hemû zext, girtin û êrîşên hêzên rejîma Îranê jî gel bi nehiştina daxwazên xwe yên azadiyê çalakiyên xwe didomînin. Di demekê de ku Îran niha pêşwaziya 43 saliya Şoreşa Îslamî dike, îsal meşên salane yên alîgirên hikûmetê lawaz in. Li aliyê din hêzên dewleta Îranê bi çekan xwendekar û mamosteyan tehdîd dikin û wan neçar dikin ku beşdarî merasîman bibin.
'Em ji gefan natirsin'
Mamostayekî dibistana seretayî li yek ji dibistanên Mehabadê navê xwe yê rast negot, Darya Şerîfî wiha axivî: “Di rojên 21 û 22 Çile de peyamek ji me re hat ku mamosta û xwendekarên ku beşdarî meşê nebin dê werin cezakirin. Lê ne ez û ne jî hevkarên min naxwazin beşdarî vê çalakiyê bibin. Em ji vê sîstemê bawer nakin. Berê ez ji neçarî beşdarî van merasiman bûm. Lê çend sal in ez beşdar nebûm. Ez îsal beşdar nabim. Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin. Ez êdî ji ti gefan natirsim.”
'Zextê li ser min kirin’
Mamosteya dibistana amadeyî Şehre Emînî jî li ser ferzkirina tevlîbûna çalakiyê axivî û wiha got: “Min bersiv neda peyama midûrê dibistanê. Wî got ku beşdarbûna meşê mecbûrî ye. Rasterast gazî min kir û xwest ez tevlî meşê bibim. Min got ez mijûl im û gelek karên min hene. Wî zext li min kir ku ez pelê bangê îmze bikim."
'Em ji tiştekî natirsin'
Ji ber ku gelek xwendekar beşdarbûna merasîmê red dikin, rewşa xwendekaran ji mamosteyan cuda ye. Mafê dibistanê nîn e ku zorê bide xwendekaran. Yek ji wan xwendekaran Martia Ahmadi jî wiha got: “Moderator gef li me xwar ku divê em beşdarî merasîma 22'ê Çileyê bibin. Lê min û hevalên xwe yên pola got ku em ji dibistanê dernakevin û em ji tiştekî natirsin.”
Xwendekar Jûan Qadrî jî got, "Mamosteyê olî ji bo beşdarbûna meşê zextê li me kir û got ku ‘kesên beşdarî meşê nebûne ezê navê wan binivsînim’ lê kes ji vê gefê netirsiya."