Li Îranê zextên li ser Bahaiyan berdewam dikin 26 welatî dîsa tên darizandin
Di nava 26 welatiyên Bahaî yên ku li Şîrazê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve bangî wan hatiye kirin de 16 jin hene. Ev doz piştî pêvajoyeke hiqûqî ya 10 salan û tevî biryara beraetê, ji nû ve hat vekirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên mafên mirovan hatine girtin, 26 welatiyên Bahaî yên ku ji sala 2016’an vir ve di çarçoveya "dosyayên ewlehiyê" de dihatin şopandin, ji aliyê Şaxa 2’yem a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Farsê ve bangî wan hatiye kirin. Hat ragihandin ku rûniştina dozê wê di 27’ê Tîrmeha 2026’an de pêk were.
Di nava kesên ku bangî wan hatiye kirin de 16 jinên Bahaî yên bi navên Parîsa Ruhîzadegan, Bahare Noruzî, Samare Aşnaî, Rezvan Yezdanî, Şadî Sadikagdam, Şemîm Ahlakî, Sahba Farahbahş, Sahba Moslehî, Ahdiye Enayetî, Lala Salehî, Mojgan Gholampur Saadî, Mercan Gholampur, Meryem Îslamî Mehdîabadî, Nesîm Kaşaninejad, Nuşîn Zanharî û Yekta Fahandej Saadî hene. Ev rewş nîşan dide ku jinên Bahaî careke din rastî zextên dadwerî hatine.
Ev welatî bi tohmetên wekî: “Propagandaya li dijî rejîmê”, “civîn û lihevkirina li dijî ewlehiya welat”, “Avakirina rêxistinê”, “Têkilîdanîna bi dewletên dijmin re”, “Endamtiya di komên muxalif de” rû bi rû ne.
Biryara beraatê hat betalkirin
Li gorî agahiyên hatine weşandin, pêvajoya dadwerî ya vê dosyayê di nava 10 salên dawî de gelek caran hatiye guhertin. Di destpêkê de li bersûcan cezayên giran hatin birîn û ev biryar ji aliyê dadgeha îstînafê ve jî hatin pejirandin. Paşê Dadgeha Bilind vê biryarê xera kir û di encamê de dadgehê ji bo van welatiyan biryara beraetê da.
Lê belê bi îtiraza Serdozgerê Parêzgeha Farsê û bi sepandina xala 477’an a Qanûna Serpêhatiyên Cezayî, biryara beraatê hat betalkirin û doz careke din hat rojevê. Niha divê ev 26 welatiyên Bahaî dîsa derkevin pêşberî dadgehê. Çalakvanên mafên mirovan vê rewşê wekî mînakeke berdewamiya zextên sîstematîk ên li ser Bahaiyan dinirxînin.
Zextên li ser jinan û civaka Bahaî
Gazîkirina 16 jinan ji bo dadgehê di demeke wisa de pêk tê ku di salên dawî de jinên Bahaî bi awayekî berbiçav ji binçavkirin, cezayên girtîgehê û qedexeyên pîşeyî û civakî bi bandor bûne. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, gelek jinên Bahaî tenê ji ber baweriya xwe ya olî bi binçavkirin, lêpirsîn, qedexekirina kar, bêparhiştina ji mafê perwerdeyê û biryarên giran ên dadweriyê re rû bi rû dimînin.
Di dema ku ev doz berdewam dike de, gelek welatiyên din ên Bahaî jî di girtîgehên Îranê de cezayên xwe dikşînin. Di salên dawî de li bajarên wekî Şîraz, Tehran, Îsfahan, Karac, Sarî, Yezd, Reşt û Hemedanê bi dehan Bahaî rastî girtin, sirgûn, cezayê drav an jî qedexeyên civakî hatine.
Her wiha kiryarên wekî mohrkirina cihên kar ên Bahaiyan, desteserkirina mal û milkên wan, astengkirina veşartina cenazeyan li gorî rîtuelên olî, bêparhiştina ciwanan ji xwendina zanîngehê û qedexekirina karkirina di bazara giştî de jî hatine raporkirin. Saziyên mafên mirovan van kiryaran wekî parçeyek ji cudaxwaziya sîstematîk a li dijî civaka Bahaî ya li Îranê pênase dikin.
Binpêkirina peymanên navneteweyî
Parêzvanên mafên mirovan gelek caran anîne ziman ku kiryarên ewlehî û dadwerî yên li dijî welatiyên Bahaî, bi berpirsiyariyên navneteweyî yên Îranê yên di warê azadiya ol û baweriyê de li hev nakin. Li gorî van saziyan, piştî biryara beraetê gazîkirina 26 welatiyan nîşan dide ku zextên li ser mezintirîn kêmneteweya olî ya ne fermî li Îranê berdewam dikin.
Rûniştina vê dozê wê di 27’ê Tîrmeha 2026’an de li Şaxa 2’yemîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Farsê bê dîtin. Encama vê darizandinê, piştî pêvajoyeke dadwerî ya nêzî deh salan, dikare bandoreke nû li ser rewşa hiqûqî ya 26 welatiyên Bahaî ku 16 ji wan jin in bike.