Li Îranê zextên darazê yê li ser jinan didome

Serhildanên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî re destpê kir, di roja 132’emîn de didome. Rejîma Îranê, li dijî girtiyên jin ên beşdarî serhildana gel a li Îranê dibin, bi rêya darezê cezayên giran dide.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, bê navber di roja xwe ya 132’emîn de didome. Hikûmeta Îranê hewil dide bi rêya darezê serhildana li seranserê welat belavbûye bitepisîne.

Daraza Îranê, xwendekara zanîngehê Maryam Derrîsî mehkûmê 22 meh û 17 roj cezayê girtîgehê kir û Şêwirmenda hiqûqê û çalakvana mafên jinan Hesna Vatanpoûr jî mehkûmê cezayê girtîgehê û cezayên din kir.

Cezayê girtîgehê li Maryam Derrisî û Hesna Vatanpoûr hat birîn

Xwendekara zanîngeha Saveyê Maryam Derrîsî, ji aliyê dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Farse ve li gorî madeya 134 a yasaya Komara Îslamî mehkûmê bi 22 meh û 17 roj cezayê girtîgehê hat kirin. Li gorî cezaya hat dayîn, ji aliyê rejîmê ve bi hinceta “li dijî dewletê propaganda” û “ji Lîdera mezin re heqeret kirin” mehkûme 7 meh û 16 roj û 15 meh û rojek cezayê girtîgehê hat kirin.

Maryam Dorrisî xwendekara lîsansa bilind a zanîngeha Saveyê ye û gelê ji parêzgeha Kazerûnê ye.

Maryam Dorrisî, berê niha jî ji aliyê şaxa 103 a dadgeha Şoreş a Kazerûnê ve mehkûmê salek cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan hat kirin û di dozeke din de jî ji aliyê Şaxa 102 a heman dadgehê ve mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê hat kirin.

Şêwirmenda hiqûqê û çalakvana mafên jinan Hesna (Kajal) Vatanpoûr li Şaxa 3’emîn a dadgeha şoreşa Îlamê mehkûmê salek cezayê girtîgeh, 6 meh cezayê girtîgehê yê hatî taloqkirin, betalkirina pasaport û hezar û 100 demjimêran şêwirmendiya hiqûqî ya bê mûçe hat kirin.

Hesna Vatanpoûr ku di qada jinen bêparastî û şêwirmendiya bêpere de dixebite, bi îdiayên “li dijî dewletê propaganda”, “Li dijî ewlekariya hundir û derve civîn û lihevkirina veşartî” û “Xerabkirina ewlehiya giştî” hat sûcdarkirin.

Hat zanîn ku di dema darizandinê de mafê wê yê girtina parêzer hatiye astengkirin.