Li Îranê zêdeyî 40 xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin

Rejîma Îranê ji ber xwendekarên jinên ên beşdarî serhildanê bûne, rê nadin zêdeyî 40 xwendekar biçin zanîngehê.

Navenda Nûçeyan-  Serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina Jîna Emîn bi pêşnegtiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî ruxmê hemû zext, girtin, îşkence û darvekirinê berdewam dike. Zêdeyî 40 xwendekarên li kolejên cûda ya Zanîngeha Wêjeyê ji ber ku beşdarî serhildanê bûne û hîcaba bi zorê red kirine bêyî ku werin agahdarkirin, ji aliyê asayişe ve rêgirî lê tê kirin ku bikevin zanîngehê. Encumena Yekitiya Xwendekaran ya li Îranê roja Yekşem 28’ê Gulanê ragihand ku ev kiryarên ku ji aliyê hikumeta Îranê ve tên pêkanîn bi aramanca qutkirina dengê xwendekaran e.

 Zext zêde bûne

Di daxuyaniya Encumena Yekitiya Xwendekaran ya li Îranê dayin de wiha hate gotin: “Zextên li beramberî xwendekaran bi awayek berçav zêde bûne, beriya dû rojan zêdeyî 20 xwendekarên zanîngeha Tahran bi hêceta ‘Qedexekirina dem, nêzî nîv sal ji xwendin û derxistina hemwelatiyê’ hatin cezakirin.  Ev kiryarane ji aliyê rêveberiya zanîngeha Tahranê tê pêkanîn  û derxistina xwendekaran binpêkirian mafane û li beramberî  hemû kar û barên zanîngehê astengî ye. Lêjneya disiplinê ji bo daxwazên desthilatê û qutkirina dengê serhildanê weke amurekê bikartînin.

‘Ji ber xwendekar hîcaba bi zorê qebul nakin tên dûrxistin’

Di daxuyaniyê de bal hat li ser kiryarên li dijî xwendekaran tê kirin hat kişandin û wiha hate gotin: “Rêveberiya zanîngeha Tahranê biryar rê nedana xwendekaran derxistiye, qedexekirina xwendekaran, derxistina xwendekaran ji cihên niştecihbûnê, her wiha derxistina tayînkirina zanîngehan, ev cezayane ji ber nerazîbûnên xwendekaran ku bejdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûne. Tenê divê mehê de zêdeyî 35 xwendekarên keç  yek û dû werz ji ber ku hîcaba bi zorê red kirine ji zanîngeha Zehra hatin dûrxistin. Divê çarçoveyê de desthilata asayîş û dadwerî sihara roja yekşemê banî xwendekaran kiriye ku yek hate dû werzan ji zanîngehê hatine dûrxistin û ji ber hicaba bi zorê red kirin wê heta mehekê cezayê girtîgehê bigrin.  Xwendkarên çend zanîngehan di nava zanîngeha Biheşt ya Tahranê hefteya bûrî ji aliyê polîsên emnî ve  gazî wan hatiye kirin ji ber di 20’ê Gulanê de bejdarî xwepêşandanan bûne û çima we nerazîbûn nîşanî cezayê darvekirinê daye jê pirsin.”