'Li Îranê yekem car gel beşdarî serhildana jinan dibe'

Endama Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê Fatime Kerîmî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku 7 meh in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber didome nirxand.

ŞAHLA MOHAMMADI

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve, ev 7 meh in ku serhildana jinan a “Jin, Jiyan, Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome. Endama Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê Fatime Kerîmî behsa ‘serhildana gelan’ a piştî Serhildana Jîna dest pê kir û zextên hikumetê kir.

Fatime Kerîmî cudahiya serhildana dawî û xwepêşandanên berê yên Îranê nirxand û got: “Ev serhildan ji serhildanên berê gelek cuda ye. Yekem car e ku raya giştî bi pêşengiya jinan beşdarî tevgerekê dibe. Çirûska vê serhildanê ji pirsgirêka jinan derket. Civaka Îranê ji destpêka sedsala 20’an ve bûye şahidê tevgerên curbecur lê pirsgirêkên jinan her carê bi hincetên curbecur domiyan. Dema ku serhildana gelan hat tepisandin, rola komên etnîkî yên wek Belûc û Kurdên li Îranê dijîn pir girîng bû.

'Daxwaz êdî ne reformîst in'

Fatime Kerîmî amaje bi wê yekê jî kir ku serhildana jinan serhildaneke tundtir bû got: “Daxwaz êdî ne daxwazên reformxwaziyê bûn. Xwepêşander daxwaza guhertina sîstema Komara Îslamî ya Îranê dikin. Zextên dewletê yên li ser berxwedana Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûn. Li gorî daneyan herêma herî zêde binpêkirina mafan lê hatiye kirin. Piraniya girtiyên siyasî ku piraniya wan hatine darvekirin xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne. Piştî qetilkirina Jîna hema hema li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin.

Daneyên rast tune ne

Fatime Kerîmî diyar kir ku li gorî daneyên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên Kurdistanê ve hatine weşandin, heta çend roj berê herî kêm 122 kesan di xwepêşandanên li seranserê welat de jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir:

“Lê belê li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatine piştrastkirin, 123 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin. Di van xwepêşandanan de bi hezaran kes birîndar bûn û mixabin amareke rast nîn e. Ji bo piştrastkirina miriyan jî zehmetiya me heye. Wek mînak em dikarin behsa Arian Xoş bikin. Navê vî xwepêşanderê birîndar heta ku koça dawî kir, nehat tomarkirin û Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê piştî demekê dikariye nûçeya mirina wî piştrast bike. Di encamê de divê em bala xwe bidin statîstîkên hatine weşandin. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku di xwepêşandanên li seranserî welat de herî kêm 123 kes mirine û daneyên teqez li ser hejmara birîndarên ji ber tundiya zordariyê tune ne. Gelek kes ji dest û piyên xwe birîndar bûne.”

Malbat binçavkirinan vedişêrin

Fatime Kerîmî diyar kir ku tu daneyên rast li ser kesên hatine desteserkirin tune ye û got: “Gelek malbat ji raya giştî vedişêrin ku xizmên wan ji ber gef û zextên hêzên ewlehiyê hatine girtin. Daneyên rast ên girtinan li ber dest nîn in lê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê dikaribûye nava, bajar û sedemên binçavkirina zêdetir ji 1700 kesan piştrast bike. Li gorî agahiyên berdest der barê 124 kesan de jî ceza hatiye birîn. Li aliyê din îşkenceya fizîkî, derûnî û zayendî li girtiyan tê kirin. Şert û mercên girtîgehê, cureyên îşkenceyê û tehdîdên li ser girtiyan û malbatên wan dikarin ji hev cuda bin. Girtîgeh û qereqol bûne îşkenceyê û tolê ji gel digrin. Armanca Komara Îslamî ya Îranê belavkirina tirsê ye di nav xelkê de.”

Tabû tên şikandin

Fatime Kerîmî bal kişand ser rola pêşeng a jinan di serhildana şoreşê de û got: "Yek ji daxwazên sereke yên vê serhildana şoreşgerî pirsgirêka jinan bû. Jinan li hemû bajaran bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' serî hildan. Karbidestên dewlet û hikûmetê her cure zextê li jinan dikirin. Dema em behsa jinan dikin, îstatîstîk ev in: "Berî serhildanê tabûya ku jin dikaribûn bibin aktîvîst an jî xwepêşander di nav malbatan de nehat şikandin. Lê vê carê rewş gelek bû. Li gorî demên berê cuda bû, me dît ku malbat jî piştgirî didin jin û keçên wan, li gorî vegotinên ku jinan bi xwe weşandine." 

Jin bêhtir tên girtin

Fatime Kerîmî destnîşan kir ku di mijara girtin û gefên zayendî de malbat û jin xwe nerehet dikin. Fatime Kerîmî got: “Li gorî raporên ku ji jinan hatine, rêjeya girtina jinan gelek zêdetir e. Dewleta ku nikaribû rastiya ku Rojhilatê Kurdistanê bû navenda bal û gelek qalibên di dema serhildanê de hatin şikandin, hin jinên têkoşer berdan. Komara Îslamî ya Îranê nedixwest ku Rojhilatê Kurdistanê bibe cihê balkêşiyê. Lê eger di danişînan de ceza li jinan bê birîn dê planên wan bi ser nekevin. Li aliyê din jin gelek çalakiyan organîze dikin. Lê belê, ew di medyayê de zêde nayê xuyang kirin. Encameke wiha ji ber zexta malbat û derdorê derdikeve holê. Ji ber vê yekê em nikarin asta zilma li ser jinan tê kirin nîşan bidin. Lê tişta ku em dibînin ew e ku gelek jin birîndar bû, hat girtin û rastî gefên malbatê hatin.”