Li Îranê xwendekareke din a jin ji zanîngehê hat derxistin

Li Îranê her ku diçe zextên li ser xwendekaran zêde dibin, xwendekara jin a bi navê Aida Ghorbani ji zanîngehê hat derxistin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Îranê di meha xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Hikûmeta Îranê ji bo ku serhildanan bitepisîne zextên mîna  cezayê pere, ji dibistanan dûrxistin û avêtin, êrişên gazê li dijî mamoste û xwendekarên zanîngeh, dibistanên amedeyî bi kar tîne.

Serlêdana Aida Ghorbanî hat redkirin

Yek ji xwendekarên ku rastî zextan hatiye xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Îtalî ya Zanîngeha Tehranê Aîda Ghobanî ye. Aîda Gorbanî ya ku ji aliyê Lijneya Bilind a Zanîngehê ve ji bo heyamekê ji perwerdeyê hat sekinandin, ji bo îtîrazê li dadgehê bike serî li dadgehê da.

Aîda Ghobanî ya ku piştî îtîrazê  ji dibistanê hat derxistin û helbijartina wargeh û beşê wê hat betalkirin, der barê biryarê de tu agahî jê re nehat dayîn.