Li Îranê xizanî xwendekaran neçar dihêle ku dev ji dibistanê berdin
Li Îranê rêjeya dev ji dibistanê berdana xwendekaran li gor deh salên dawî di asta herî jor de ye. Sedemên sereke jî wek xizanî, polîtîkayên yekparêz ên dewletê ku cudahiyan li ber çavan nagire û nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê tê şîrovekirin.
NASÎM MUHAMMED
Urmiye - Di sala xwendinê ya 2022-2023’an de li Îranê 16 milyon û 700 hezar zarok perwerde dîtin. Di vê pêvajoyê de, yek ji zehmetiyên herî girîng ên ku di qada perwerdeyê de hat jiyîn, zarok dev ji dibistanê berdan û ji xwendinê dûr ketin. Li gorî îstatîstîkên fermî yên Îranê, li seranserê Îranê zêdetirê yek milyon xwendekar di asta seretayî, seretayî û amadeyî de ji dibistanê qut bûn. Li gorî Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, di sala akademîk ya 2022-2023’an de hejmara xwendekarên asta seretayî, seretayî û amadeyî wek 929 hezar û 798 kes hat rapor kirin.
Îstatîstîkên fermî yên Îranê, nîşan dide ku li eyaletên Sîstan û Belûçistan, Azerbaycana Rojava, Xorasana Razavî, Xorasana Bakûr û Golistanê hejmara xwendekarên dev ji xwendinê berdane, di pêvajoya 10 salên borî de gihiştiye asta herî bilind. Di nava eyaletan de rêjeya herî zêde ya xwendekarên neçar man dev ji xwendinê berdin jî li eyaleta Sîstan Belûçistanê ye.
Sedema herî girîng û sereke ya dûrketina zarokan a ji perwerdeyê jî xizanî tê nîşandan. Her wiha îstatîstîkan, dest nîşan dike li bajarên ku hejmara zarokên ji perwerdeyê dur ketina zêde ne, xizanî jî zêde dibe. Mamoste V.M. rewşa welat tê jiyîn ji ajansa me re nirxand û pirsên me bersivandin.
*Gelo hûn bawerdikin xizanî yek ji sedemên serekeye ku xwendekar dev ji dibistanê berdidin?
Di pêvajoyên dawî de an jî herî kêm di van deh salên dawî de, helwesta mirov û xwendekaran a li ser perwerdehiyê hat guhertin. Beriya niha malbat û tevgerên civakî hertim bi tundî tekez li ser perwerdeyê dikirin û di raya giştî de qalibek hevbeş a ku xwendina biserketî dê rê jî îstîhdaöa guncaw û kar veke heye. Lê tecrûbeyên kolektîf a deh salên dawîn nîşan dide girtina perwerde bi tenê ne bes e û nîşan dide ku civakek mezûnên ku an bêkar in an jî di karên ku dikarin bêyî perwerdehiyê fêrî jêhatiyên pêwîst bibin hene. Li aliyê din ve, mezûn gelek dem û enerjiyê li ser xwendinê xerc dikin, lê encam dikare bibe sedema bêkarî û bêhêvîbûnê. Nedîtina kar a mezûnan, tê wateya pirsgirêkên aborî dijîn û bikarin bi xwe û malbatên xwe re têkiliyê deynin. Xwendekar jî wek endamên civakê, şahidê van rastiyan dibin û perwerde wek rêya peydakirina kar û garantiya pêşeroja xwe nabînin. Xwendekar li şûna ku xwendinê di pêşeroja xwe de ji bo baştirkirina rewşa xwe ya aborî wek derfetek bibînin, wekî hevgirtina bêkarî û xizaniyê xwe bêhêvî hîs dikin.
*Gelo li herêmên etnîkên din ên ne Fars lê dijîn, fêrbûna zimanê Farsî bandorek li ser dev jî berdana li ser dibistanê kir an ne?
Ji ber pirsgirêkên duzimanî gelek cureyên dev ji dibistanê berdidin heye. Di vê rewşê de xwendekar di fêrbûna zimanê fermî yê Farsî de serkeftî nabin, neçar dimînin dev ji dibistanê berdin. Divê bê diyar kirin ji ber ku zarok nikarin bi zimanê dayîkê perwerde bibinin, dema nikarin Farisî bal fêr bibin, di mijarên din de jî bi awayekî serkeftî pêşnekevin. Ji ber ku di Farisî de dersên cuda tên dayîn û pêwîste xwendekar bi vî zimanî baş têkilî deynîn.
*Gelo hûn difikirin, li Îranê polîtîkayên navendîparêz ên têkildarî perwerdeyê, rasterast bandorek li ser vekişîna ji dibistanê dike?
Balkêşiya dibistanan û rola wan a piştgiriyê ya ji bo xwendekaran, girêdayî cûr û kalîteya polîtîkayên navendî ye. Polîtîkayên navendperest dibe ku ji bo hawirdorê ne guncaw bin, polîtîkayên perwerdeyê bi bingehgirtina neteweperestiya Îranî û ola Şîî tên nivîsandin. Ji ber vê yekê versîyok tenê bersiv nade hemû hewcedariyên perwerdehiyê yên herêmên cûda. Ev ferzkirina mufredatê dikare bibe sedema biyanîbûna dibistanan. Li aliye din, ji ber ku polîtîkayên navendparêz ên li ser teserûfa aborî dipejirîne, li vê hawîrdorê pirsgirêkên xwendekar ên wek tengbûna cih, dersên tund, kêmbûna xwarinê û qerebalixiya zêde derdikeve holê. Ger bê paşguh kirin, bi xwezayî balkêşiya perwerdehiyê kêm dibe.”