Li Îranê werzîşvanek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

Li Îranê werzîşvana lîstoka Paralimpik Zehra Bernakî ji bilindahiyê ket û bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê werzîşvana lîstoka Paralimpik Zehra Bernakî ya 33 salî, li bajarê Semnan ya Îranê ji avahiya 4 qat ket xwarê. Zahra Bernaki ku bi giranî birindar bû û gelek cihên wê şikestî, rakirin nexweşxaneya Kaethar. Zahra Bernakî di 27’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. 

Di daxuyaniya ku muduryeta Emnyeta Semanan dayî de hat zanîn ku di navbera Zehra Bernaki û hevjînê wê de pirsgirêkê hebû û der barê mijarê de dest bi lêkolînan kirine. Zehra Barnaki û endama taxima milî ya Îranê, di atletîzma xwecihî û nîvî ya Asya di sala 2018’an de li peytexta Endonezya Cakarta de 6 madalya qezenc kiribû.