Li Îranê tundiya mêr: Zaroka 8 salî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kiraj ya Îranê zaroka keç ya 8 salî di encama tundiya zirbavê xwe de jiyana xwe ji dest da, lebetên wê ji aliyê dayika wêve hate bexş kirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Kiraj yê Îranê zirbava Matina Mehrî ya 8 salî tundiyê lê kir. Matina Mehrî ku di encama tundiyê de bi giranî birindar bû, rakirin nexweşxaneya Rasul Akram.

Hat zanîn ku di laşê Matina Mehrî de gelek şinbûn hebû û ji serê xwe darbe xwaribû û lingê wê jî şikestibû. Bijîkan destnîşan kir ku Matina Mehrî ji ber ji serê xwe darbe xwariye û hefteyek zêde hatiye dermankirin lê jiyana xwe ji dest daye. 

Dayika Matina Mehrî lebetên keça xwe bexş kir. Diyar kir ku zirbav jî hatiye girtin û radestî makamên edlî hatiye kirin.