Li Îranê terora girtinê didome

Li gel berdewamkirina serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya bi pêşengiya jinan destpêkir, ji aliyê hikumeta Îranê ve terora girtinê jî didome.

Navenda Nûçeyan – Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir di roja 108’emîn de didome. Li gel berdewamkirina serhildana ku li kolanan diruşmeyên Jin, Jiyan, Azadî bê navber deng vedide, hikumeta Îranê hewl dide bi rêya girtin, binçavkirin, zext û îşkenceyan serhildana jinan bitepisîne.

Li Pegah Sadat Fakhraeî 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Pegah Sadat Fakhreyî ya ji Tehranê ya di xwepêşandanên seranserî welat de hat girtin, ji ber alîkarî daye kesên di serhildanê de birîndar bûne, 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, her wiha qedexekirina ajotinê û qedexeya rêwîtiyê jî di nav de mehkûmê cezayên din hat kirin.

Pegah Sadat Fakhraeî ya 33 salî, di 14’ê Cotmehê de li nêzî mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û piştî 15 rojan sewqî Girtîgeha Êvînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Karçakê ya Varamînê hat kirin.

Ji hîn girtiyên jin agahî nîn e

Nakisa Hacîpour a welatiyek Behaî dema ji Haşimîjad a bajarê Meşhedê vedigeriya Tahranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Tê diyar kirin ku Nakisa Hacîpoûr di 6’ê Nîsana 2021 de ji aliyê Polîsên Şoreşê yên Meşhedê ve mehkûmê cezayê girtîgehê ya salek hat kirin û ceza ji aliyê polîsê temyîzê ve hat qebûl kirin. Nakîsa Hacîpour a zêdetirî salek e girtî ye sewqî Girtîgeha Vakilabad a Meşhedê hatibû kirin.

Mahtab Ansariyan ya li zanîngeha Sooreyê xwendekara heyam e, di 15’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û derbarê rewş û sûcên tên sûcdarkirin de tu agahiyek nîne.