Li Îranê serhildana gel didome
Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribûn 6 meh in bê navber didome. Gel ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belavok belav kirin.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribûn dikeve meha 6’emîn. Li Îranê gel tevî zextên hikûmetê jî kolanan terk nakin û xwepêşandanên xwe berdewam dikin.
Serhildanên li Sinê, Kirmaşan, Urmiye, Ciwanro, Mehabad, Seqiz, Dehgolan, Bîcar û bajarên din berdewam dikin, kesên berxwedêr belavok belav kirin û pankartên hikûmetê şewitandin. Xwepêşanvanan di belavoka ku belav kirin de soza “Azadî û xwîna şehîdan li erdê nemîne” dan.
Xwepêşanvanan li Tahran, Bandar Abbas, Bîrjand, Amol, Şîraz, Îsfehan, Karaj, Tebrîz, Meşhed, Qum, Ehwaz, Sarî, Mazenderan û hin bajarên din, gel vexwendin xwepêşandanan û belavok belav kirin.