Li Îranê sepanên ferzkirina hîcabê ket meriyetê
Hikumeta Îranê ragihandibû ku wê bi kamerayan ‘hîcaba bi zorê’ kontrol bikin. Ev pêkanîn ket meriyetê.
Navenda Nûçeyan – Hikumeta Îranê ragihandibû ku wê li dijî hîcaba bi zorê bi kamereyan kontrol bikin. Ev pêkanîn ket meriyetê. Ew jinên ku hîcaba bi zorê ji serê xwe bikin dadgeha ceza ragihand ku ji 1 sal heta 10 salan wê cezayê girtîgehê bên darizandin û wê nekarin mafê îtirazkirinê jî bikar bîne.
Li gora ajansa fermî ya Îranê Farsê li dijî kesên ku li kolanan, cihê kar û di erebeyan de li gor quralên hîcaba bi zorê tevnegerin sepana ku amadekirine wê ji 15’ê Nîsanê û pêve bikeve meryetê.
Wê hişyarî bi rêya telefonan bikin
Hat diyarkirin kesên ku rêziknameya sersaxiyê tevnegerin dê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve bên teşhîskirin û bi rêya peyamê dê hişyarî ji telefonên wan re bê şandin û kesên ku guh nedin hişyariyê jî dê tedbîrên hiqûqî bên girtin.
Derbarê mijarê de alîkarê serdozgeriya giştî ya Îranê Abdussamad Hurremabadi, daxuyanî da û diyar kir ku yên ku quralê hîcaba bi zorê îhlal bikin wê di dadgeha ceza de werin daarzandin û wê li hemberî biryara ku dadgehê daye neye îtirazkirin.
Abdussamad Hurremabadi da zanîn ku cezayê teşwîqkirina derxistina hîcabê ji yên ku quralê hîcaba bi zorê binpê dike gelek girantir e û got: “Ev kes wê li gora qanuna ceza xala 639, ji cezayê teşwiqkirina xirakirinê ji salekê heta 10 salan wê bi cezayê girtîgehê were cezakirin, ji ber vê jî dadgeh yên ku kesan teşwîqî derxistina hîcabê dike ev cezayên ku me di jor de rêz kirine werin mehkumkirin.”
Jin bi derxistina hîcabên xwe beşdarî çalakiyan bûn
Li Tahranê di 13’ê Îlona 2022’an Jina Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê ve hate binçavkirin û piştre hate qetilkirin û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, lî Îranê rê li ber serhildanê vekir. Di serhildanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û di dema serhildanê de ji sala 1979’an heta niha cardin daxwaza zagona rakirina hîcaba bi zorê ket rojevê.
Li Îranê berdevkê navenda emirkirina başî û gurzkirina xirabiyê Ali Hanmuhammedi di daxuyaniya 5’ê Kanuna 2022’an de dayî diyarkiribû ku wê devriyen ku rexne lê tên kirin dawî li erka wan were û pêkanîna hîcaba bi zorê wê ‘bi rêbazên hîn moderntir û ji teknolojiye’ sûd bigrin berdewam bikin.
Di vê pêvajoyê de hinek dimenê jinên ku li gora qurala hîcaba bi zorê tevnegeriyan kete medyaya dijital. Bi vê ve girêdayî gelek cihên ku li gora hîcaba bi zorê tevnegriyane hatin tespîtkiri nuçeyên girtina wan di ragihandina welat de cih girtibû.
Wezîreta kare hindirîn û dozgeriyê daxuyanyên cûda ên ku dane destnîşan kiribûn li dijî kesê ku li gora qurala hîcaba bi zorê tevnegerin wê bikevin tevgerê û piştre jî bi bîr xistibûn wê kamerayan li kolanan ji bo kontrolkirina hîcabê bikar bînin.