Li Îranê rojnamegeriya jinan û nûçeyên jinan "Xeta sor e”

Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Îrana di warê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 173'an de ye. Bi vê yekê heq dike ku navê xwe di nava “welatên herî zext û zor” de bide nivîsandin. Rojnameger ji ber ragihandin û belavkirina nûçeyan tên binçavkirin, girtin û bi darvekirinê re rû bi rû bimînin. Li Îranê rojnamgeriya jinan jî bi gotina jinên rojnameger ên Îranê “Xeta sor e” lewre dema ku jin jiyana xwe ji dest didin, tên qetilkirin hebûna wan dibe mijar! Em ji du jinên rojnameger ên Îranê pirsa rojnamegeriya jinan a li Îranê dikin lê em hezar ax û hezar hêviyan dibihîsin ji wan.

 
SAMÎRA SALAVATÎ
Navenda Nûçeyan- Bifikirin li welatek rojnamegerî ji pîşeyekê bêtir hestiyariyek kesane û sivîl e. Azadiya we ya belavkirina nûçeyan ku jê re "rojnamevaniya hemwelatî" tê gotin, di heman demê de tê wê wateyê ku hûn ji bo her parvekirinek li ser torên civakî çêdikin bi cezayên giran re rû bi rû dimînin... Bi rastî, dema hûn wiha dibêjin, wisa xuya dike ku hûn li ser welatek piçûk an cihek din diaxivin. Em behsa Komara Îslamî ya Îranê bikin. Li welatekî ku rojnamegerî, bi gotineke din gera bi serê xwe ye, Îran welatekî ye ku rojnamegeriya hemwelatî li pêşiyê ye. Ji bo ronîkirina jiyana rojane jî wekî mînak, weşandina performansa şanoyê ya hunermendek jin a ku cewhera nûçeyek çand û hunerê hildigre "qedexe ye", rojnamegerên ku komkujiyên jinan dişopînin bi awayekî kêfî bi gotina "bila hişê we were serê we, careke din vê yekê nakin" tên binçavkirin û girtin. Ger em dest bi binpêkirina mafên jinan bikin, em ê ji mijara xwe derbikevin. Belê em guh bidin ku rojnamegerên jin ên Îranê li ser pratîka rojnamegeriyê li welatê xwe çi difikirin.
Rojnameger Negîn Şeyholeslamî: Di rojnamegeriyê de jî serdestiya mêr heye”
Dema ku behsa rojnamegeriya li Îranê dike, em nefesa xwe digrin û guhdarî dikin. Li Îranê rojnamegeriya jinan te çi wateyê? Berî wê, ji bilî zext, zordestî û binpêkirina mafan, bi giştî li Îranê qezenckirina pere ji rojnamegeran re wekî şerm tê ditîn. Bi giştî wek karekî zêde tê kirin loma berdewamî di pîşeya rojnamegeriyê de nemaye. Em bi bîr bînin ku yek ji sedemên sereke yên vê yekê ji ber sedemên siyasî-polîtîk- rêveberiyên leşker nebûna dezgehên ku karê rojnamegeriyê yê demdirêj dikin û pirsgirêkên ewlekariyê, gelek rojnameger bi taybetî jin, ji bo pêşkêşkirina xizmetên nûçeyan rumuz bi kar tînin.
“Di rojnamegeriyê de jî serdestiya mêr heye, ev mijar ji bo gelek welatan derbasdar e. Bi her awayî em nikarin mafê karê xwe bistînin. Jinên ku li bajarên biçûk li gorî bajarên mezin rojnamegeriyê dikin, divê piştî demekê dev ji karê xwe berdin. Rojnamegeriya pîşeyî azadkirin û belavkirina nûçeyan bi awayekî azad û serbixwe ye. Ne tenê li Îranê, di rastiyê de li gelek deverên cîhanê, dema ku gelek rojnameger dixwazin bi serbestî nûçeyan çêbikin, li ser zirarên ku dikarin bibînin û rû bi rû bimînin jî difikirin û divê li ser wê bifikirin. Ya girîng ew e ku em pênûsên xwe bi azadî bi kar bînin.” 
Negîn Şeyholeslamî destnîşan kir ku li Îranê pergala baviksalarî ya heyî ji ber kûrbûna xwe derbasî pîşeyê bûye û wiha got; “Pirsgirêkên jinan zêdetir dibin. Sîstema baviksalarî ya ku li hemû cîhanê serdest e, dibe sedem ku jin zêdetir rastî şîdeta zayendî, devkî û fizîkî werin û ev yek bandorê li jinan û karê wan bike. Negîn Şeyholeslamî bi bîr xist ku êdî rojnamegerî wekî toreke berfirehtir dikare derbasî gelek qadên jiyanê bibe, ji rojname, kovarên ofîsan, torên civakî qadeke dewlemend digre, hema 24 saetan dikare bê kirin û destnîşan kir ku wekî avantejên heyî dezavantajên wê jî hene.”
Li Îranê piraniya kesên ku pênûsên xwe di warê mozaîka çandî de bi kar tînin ji jinan pêk ten
Negîn Şeyholeslamî dibêje ku her çend li Îranê mozaîka çandî ya tam heye jî rêveberiya Îranê hewl dide bê reng bike û jin di pîşeyê de dikarin heta radeyekê vê wêneyê bişkînin û dibêje: "Em dixwazin cîhan bizane ku ji ber hemû pirsgirêkên li Îranê wekî mînak azadiya îfadeyê û ramanê tên jiyîn, jin û rojnamegerên jin du caran di bin zextan de dijîn."
Hûn li hundur û derve jî rastî zextan tên
Negîn Şeyholeslamî dibêje ku jinên aktîvîst û rojnameger hem li Îranê hem jî li derveyê Îranê bi awayekî piralî bi zextan re rû bi rû dimînin û bi bîr xist ku zext û zordariya li ser rojnameger û çalakvanên Îranê û yên li derveyî Îranê ji ber nasnameya wan bênavber berdewam dike û got: “Em bibêjin hûn fikr û ramanên xwe li ser medyaya dijîtal parve dikin û êrîşên Îranê li ser we berdewam dikin. Gelên li Îranê 40 sal in bi zextekî mezin re rû bi rû mane. Hûn ne tenê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, ji aliyê civakê ve jî rastî zext û zordariyan tên, jiyana we tê xerakirin, lêpirsînkirin û hûn bi van hemûyan re rû bi rû ne. Her wiha hûn li ser medyaya dijîtal jî rastî êrîşê tên.”
“Jinên ji komên cuda zêdetir bi zextan re rû bi rû dimînin” 
Negîn Şeyholeslamî destnîşan kir ku li Ewropayê azadiya îzafî (dîtbarî) heye lê jin nikarin bi awayekî azad rojnamegeriyê bikin cinsiyet û ev "azadiya îzafî" xapandin e û di rastiyê de tenê di çarçoveya rêgezên qanûnî yên nivîskî de cih digre. Amûra bi navê zîhniyeta dewletê tîrên rexneyê digre, wê li hemû cîhanê zordarî li ku derê be rojnamegerên jin dibîne. Negîn Şeyholeslamî bi bîr xist ku hebûna bawerî, mezheb û neteweyên cuda li Îranê rastiyeke ji neçarî ye û got; "Bêguman jinên ji komên cuda yên weke Kurd, Belûcî, Yarsan ji ber nasnameyên xwe zêdetir tên çewisandin û di pozîsyoneke ji êrîşan re vekirî de ne.” Her wiha anî ziman ku jin li şûna serê xwe bitewînin, rojnamegeriyê ji bo hebûna xwe weke qada têkoşînê bi kar tînin.
Negîn Şeyholeslamî da zanîn ku divê Îran û Ewropa berê saziyên çapemeniyê bidin Kurdistanê û pirsgirêka jinan, bi taybetî pirsgirêka neteweyî ya Kurdistanê û got, "Li Ewropayê tu hikûmet bêdengiya xwe xira nake. Gel tê qetilkirin û tê paşguhkirin lê hesasiyeta rojnamegeriyê qels dimîne, divê ev bêdengî were rexnekirin.”
"Gelek welatên cîhanê ji bo rojnamegeran bûne girtîgehên mezin" 
Rojnameger Naîma Dostdar jî bi gotinên; “Li cîhanê rewşa azadiya îfadekirine berovajî bendewariyan ber bi xirabûnê ve diçe. Carna em dibînin ku li cihên azadiya îfadêkirinê baş e jî asta azadiya îfadeyê kêm dibe” û wiha didomîne; “Li Îranê rewşa azadiya îfade gelek zelal e lê dema mirov li wêneyê cîhanê dinêre, dibîne ku wêneya azadiya ramanê ne cihê dilşadiyê ye, gelek welatên cîhanê ji bo rojnamegeran bûne girtîgehên mezin.” 
Hemû nûçeyên bi mijara jinan "Xeta sor" in!
Rojnameger Naîma Dostdar dibêje ku jin rastî destdirêjiya cinsî, destdirêjiya derûnî, destdirêjiya fîzikî û tundiyê tên û ev yek di dema karên wan ên pîşeyî de zêdetir dibe û wiha got: "Li îranê nûçeyên bi mijara jinan, kuştin, komkujî, kuştinên namûsê yek ji xetên sor ên Îranê ye. Gelek nûçeyên li ser jinan tên sansurkirin. Jin rastî çewisandin, fuhûşa bi darê zorê tên, xizaniya jinan her diçe zêde dibe û ger hûn li ser van mijaran bisekinin, binivîsin bi gefên pir cidî re rû bi rû bimînin."
Rojnameger Naîma Dostdar destnîşan kir ku pêwîst e pirsgirêkên jinan ên li Îranê çi dibe bila bibe bên ragihandin û ji civakê re bên pêşkêşkirin û wiha got: “Her rojnamegerek ku bixwaze li ser mijara zayend-jin naveroka wê çi dibe bila bibe agahiyan bide, bi sînorkirinan re rû bi rû dimîne. Kesên ku mijarê tînin rojevê yan jî mijarê ronî dikin, ji aliyê rayedarên Îranê ve nayên qebûlkirin, yek ji sedemên sereke yên vê yekê ne tenê ji ber ku ew kevneşopiyên xwe naxwînin, di heman demê de ji ber ku di îdeolojî û zagonên wan de nebûna îmajeke erênî ya jinan û tune hesibandina jinan heye.”
Ji ber ku dengê komên cuda kêm derdikeve, asta zextan jî zêdetir e
Naîma Dostdar diyar kir ku rojnamegerên jin bi pênûs û objektîfên xwe ronahiyê didin beşên cuda yên civakê û ev yek jî yek ji wan mijaran e ku ji aliyê rejîma dijmînê rengan a Komara Îslamî ya Îranê ve xweş nayê pêşwazîkirin. Naîma Dostdar wiha destnîşan dike: “Dixwazim vê yekê lê zêde bikim ku zext û zordariya li dijî rojnamegerên jin ên ji neteweyên cuda hîn zêdetir e. Ji ber ku Îran navendek e wisa ye ku dengê cudahiyan pir lê lawaz e. Ji ber ku rêjeya ronîkirina zextan kêm e û tê zanîn ku agahî û hêmanên belgekirinê yên pêwîst di nûçeyê de kêm in, asta zextan zêde dibe.” 
“Ez baweriya xwe winda nakim”
Rojnamegerên jin ên Îranî tevî zext, sansur û otosansura ku di pîşeya xwe de bi wan rû bi rû mane, ji bo dengê xwe bidin bihîstin dudilî nabin û hêviya xwe winda nakin û wiha dibejîn, “Divê em biaxivin. Ez di wê baweriyê de me ku gelek rojnamegeran ev yek kirine û ez baweriya xwe winda nakim.”