Li Îranê qedexeya kurtajê: Li ser bedena me kontrola me nîne

Jinên ku ji ber qedexeya kurtajê ya li Îranê neçar dimînin bi rêbazên ne ewle û di şert û mercên nebaş de dawî ducanîbûna xwe binîn, wiha gotin: “Li ser bedena me tu kontrola me nîne.”

SARA MOHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan - Li cîhanê her sal zêdetirî 80 milyon jin rastî ducaniyên nayên xwestin tên û ji wan 45 milyon bi kurtajê tên dawî anîn. Ji ber komplîskasyonên tên dîtin, li cîhanê her sal zêdetirî nîv milyon jin jiyana xwe ji dest didin û zêdetirî 120 milyon jin jî seqet dimînin.

Bi taybetî li welatên ku kurtaj qedexe ye an jî di bin şert û mercên diyar de destûr tê dayîn bê kirin, dermanên cûrbecûr an jî kurtajên ku li hawirdorên ne ewle û nebaş tên kirin, dibe sedema mirina jinan. Li Îranê ku ji bilî metirsiyek li ser jiyana jinê ne an jî deformasyonên cidî yên fizîkî fetûsê nabe, çêkirina kurtajê qedexe ye, me bi jinên ku neçar mane bi derman an jî li hawirdorên ne ewlee ducaniya xwe bi dawî bikin û hîn jî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn re axivîn.

'Ez di 15 saliya xwe de bi mêrekî 14 sal mezin re hatim zewicandin’

Suret M. a 44 salî ku hêj di 15 saliya xwe de bi kesekî 14 sal jê mezintir re hat zewicandin, 4 zarokên wê hene. Suret a ku diyar kir neviyê wê heye, wiha got: "Dema zarokatiya min malbata min nehişt ez bixwînim. Min encax heta pola 5'an xwend. Tevî ku min ji jiyana zewacê tiştek fêm nekir jî bi darê zorê bizewice. Di 14 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve bi zorê hatim zewicandin. Piştî salekê, dema ez 15 salî hêj zarok bûm, keça min a mezin hat dinyayê."

'Min rêbazên kontrolkirina zayînê nizanibû'

Suret M. der barê çanda baviksalarî ya di civakê de û nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî dayikbûna zaroka xwe keç de wiha got: "Piştî ku keça min bû 2 salî, ez careke din ducanî bûm. Vê demê ne dayika min ne jî dayika hevjinê min der barê rêbazên kontrolkirina zayînê de ji min re tu tiştek negotin. Wê demê jî der barê kontrolkirina zayînê de tiştek negotin. Min der barê kontrola zayînê de jî tiştek nedizanî. Zaroka min a duyemîn keç bû. Malbata hevjinê min 3-4 meh, bi min re neaxivîn. Piştî ku hevjinê min hînbû zarokê min keç e, hefteyek venegeriya malê.”

Suret M. da zanîn helwesta çanda baviksalar, civak û olê yê di civaka Îranê de, sedemên binpêkirina mafên jinan a sereke ne û wiha got: “Jin bêyî destûra bav, hevjin û birayên xwe nikarin tiştekî bikin. Di heman demê dema parvekirina mîrasê de jî para aîdê zarokên keç jî bi zorê didin; ew jî nîvco ye! Divê ev helwest û feraseta di civakê de biguhere, min her tim van tiştan ji keç û kurên xwe re vegot. Ez ê tu carî nehêlim ku keçên min bi heman hesta xwenebaweriyê mezin bibin.”

'Ez bê xwest ducanî mam û min hebên kurtajê vexwar'

Suret M., bal kişand ser tercûbeta kurtajê ya ku neçar ma li malê tenê serê xwe bike û wiha got: "Piştî 4 zarokên min (3 keç û 1 kur), ez sala borî bê xwestek careke din ducanî mam. Ji ber ku min zarok nexwest û min nexwest navê min wek jineke ducanî di pergala sîgorteyê yan jî di pergala Wezareta Tenduristiyê de bê qeydkirin, min ji bazara dermanên derqanûnî hebên kurtajê kirî û bikar anî. Helbet ji ber ku fetûs hêj 45 rojî bû, min bi kûrtajê re mijûl nebûm, lê ji ber xwînrêjiya zêde neçar man biçim nexweşxaneyê."

‘Kontrola jinan a li ser bedena xwe nîne’

Suret M. balkişand ku qanûna qedexekirina kurtajê bi rastî jî qanûnek li dijî jinê ye û wiha got: “Ji ber ku jin neçare 9 meh ducaniyê, stresa vê pêvajoyê û pirsgirêkên din tehemûl dike. Piştre jin neçare êşên zayînê, şîrdayîne û berpirsyariya xwedîkirina zarokê hilgire, ev hemû dikevin ser milê jinê. Lê belê li gorî qanûna Komara Îslamî, tu kontrola jinê ya li ser bedena xwe nîne û ya ku çarenûsa jinê diyar dike mêr e.”

'Hêka min a rastê hat girtin’

Rengine A. ya 38 salî yek ji jinên ku ji ber qedexeya kurtajê û qanûna nû ya li Îranê neçar ma, li malê kurtajê bike wiha got:

"Keçek min a xwe amedeye ezmûnên zanîngehê dike heye. Kurekî min a ku di pola şeşan dixwîne jî heye. Ez par bê xwest ducanî mam û ji ber ku ez tirsiyam şebekeya tenduristiyê ya Javanrûde bizanibe ez ducanî me ez neçûm test jî nekir û min zanî ku ez ducanî me, bi du zarokên xwe re di xaniyek yek odeyî de dijîm û şert û bi kar anîna kitleyên ducaniyê, ferbûm ku ducanî be. Ez bi du zarokên re di maleyekî yek odê de dijîm û şert û mercên min yên ez zarokek din xwedî bikim nîne. Ji ber ve piştî ku ez ducanî bûm, min ji bazara dermanên derqanûnî hebên kûrtajê sand û bikaranî.”

Piştî bikaranîna hebê, gelek xwîn ji min çû û ji laşê min çend perçe ketin. Destpekê min fikirî ku ev xwîn ji ber fetusa bi kurtajê hat rakirin bû. Lêbelê piştî hefeteyek ez bi êşek giran û bêhiş çûm nexweşxaneyê. Di dema muayeneya ultrasoundê gotin zarok ketiye. Min ji tirsa got erê û wiha got: 'Ez ducanî bûm û min nizanîbû ez ducanî me, min tiştên giran hilda û piştre çend rojan xwîn ji min çû.' Piştî ultrasoundê jînekolog got ku fetus li derveyî malzarokê çêbûye û bi temamî neketiye, tenê dilê wê sekiniye. Bijîşkan yekser min birin cihê emelyetxanê û hêka min a rastê girtin û rastî êşêm sezaryenê jî hatim”.

 ‘Çima bi darê zorê tê xwestin ku malbat bibin xwedî zarok’

Rengîne A. anî ziman ku hejînê wê cotkar e û got, “Ruxmê ku hinek erdê me yê çandinê û mala me bi xwe jî heye dev jê berdin zarokek din bînin, em nikarin mesrefa her dû zarokên xwe jî pêk bînin. Rengîne A. wiha got:

"Tu hêviya min ji vî welatî nemaye ku ez bikaribim zarokek din bînim dinê. Bi van biha û şert û mercên jiyanê ku roj bi roj xirabtir dibe, ne pêşeroj û ne jî kar li benda zarokên min in. Ez nikarim fêm bikim ka çima ev dewlet bi darê zorê dixwaze malbat zarok bînin. Ev qanûn ji bo berjewendiyê wan e, ji ber ku tevahiya sermayeya welêt di destê wan de ye. Karbidestên hikûmetê bi rehetî dijîn û ji zikê vala yên mirovên bêbext û belengaz nizanin. Rast e ez carinan xwe sûcdar hîs dikim. Lê tevî hemû êş û stresê dîsa jî ez ne poşman im ku zaroka xwe kurtaj kiriye."

‘Dema ku min jiyana xwe fikirî min got ku min tiştê herî baş kiriye’

Ş. M. ya ji aliyê birayên xwe ve bi darê zorê hatiye zewicandin û ji aliyê hevjînê xwe ve tundiyê dîtiye yek ji wan jinan e ku neçar maye zarokê xwe ji ber xwe bike. Ş. M. got: “Min di nav salekî de dê û bavên xwe wenda kir, birayên min jî bi darê zorê min dan zewicandin. Dema ez dûcanî bûm hê 20 salî bûm. Hevjînê min xeberan digot û li min dida. Piştî salek li ser zewaca min ez dûcanî bûm û bi alîkariya hevalekê xwe bi hebên kurtajê min dûcanîbûna xwe bidawî kir.” Ş.M anî ziman ku kesê heban difroşe tenê dide jinên ku tevî hevjînên xwe diçin gel wî û got:

“Ji bo doz neyê vekirin min daxwaz ji hevala xwe kir ku ji bo min vê bike û ew jî ji ber ku jiyana min dizanî tevî hevjînê xwe çû û ji min re heb anî. Dema hevjîna min dûcanîbûna min bihîst nêzîkatiyên wî hinek guherî û ez dûdilî man. Şevekî bê ku hincetek hebe bi min re şer kir û li min da. Min jî bê ku dereng bikeve ew şev dermanan bikar anî û roja dîtir êşên min dest pê kirin. Min ji tu kesî re negot lê xwişka min û malbata hevjînê min dizanibûn ku min lêdan xwariye. Ew digotin qê ji ber lêdanê zarok ji ber min çûye. Malbata hevjînê min tirsiyan ku doz were vekirin û zarokên wan jî êşê bikşînin, lewra min nebirin nexweşxaneyê.”

Ş.M anî ziman ku ruxmê van şertan ew fetusa 4 û nîv mehî ji ber xwe kiriye û wiha axivî: “Demek dirêj rewşa min a ruhî ne baş bû. Carna min xwe sûcdar hîs kir. Lê dema ku min jiyana xwe fikirî min ji xwe re got ku min tiştê herî baş kiriye. Niha qet ne poşman im, heta wiha difikrim ku min biryara herî rast a jiyana xwe wê demê daye.”

 ‘Bavê min got sebir bike zarok bîne dê pirsgirêk çareser bibin’

Şehîn S. ya 34 salî jî anî ziman ku 14 sal berê li Kirmanşanê bi mirovekî xwe re zewicî ye û destnîşan kir ku ew piştî zewaca xwe bi çend mehan hîn bûye ku hevjînê wê madeyên hişber bikar tîne. Şehîn S. wiha axivî: “Paşê dema ez bi malbata hevjînê xwe re axivîm li şûna qebûlkirina rewşa lawê xwe vê mijarê înkar kirin. Malbata min jî ji ber di wê fikrê baviksalar a zaroka keç divê bi cilê sipî ji mal derkeve û bi kefenê vegere, ji ber ku hevderbanê weke qisûr didîtin min neçar hiştin ku ez li mala hevjînê xwe bimînim. Bavê min li hemberî giliyên min got, ‘bes e ku mêr mêr be, jiyan didome. Bi sebir be, zarok bîne, dê pirsgirêk çareser bibin’.”

‘Êşa ku min ew roj jiya tu car jibîr nakim’

Şehîn S. anî ziman ku ew bê dilê xwe dûcanî maye û ji tirsa ji kesî re negotiye û got, “Ez bi hevalekê xwe yê cîranê me re axivîm û min jê re got ku di van şertan de ez naxwazim zarokek bînim dinê. Ew jî ji min re got ku ew jinek wiha nas dike. Tevî hevala xwe em çûn gel wê. Êşa ku min ew roj jiyaye ezê tu car jibîr nekim.” Şehîn S. anî ziman ku ji ber kurtaja ne bi tendirûst ew pirsgirêkên tendirustî jiyaye û wiha got:

“Bi awayekê belengaz ev vegeriyam malê. Hevjînê min ne li malê bû Ez û hevalê xwe ji bo weke ku min barekî giran rakiriye û zarok li ber min çûye bikin me hemû tiştên malê kkişand hewşê. Heya hevjînê min hate malê min êşên giran jiya û xwîn ji ber min çû. Dema hevjînê min hat malê min bir nexweşxaneyê û piştî ultrasonê kurtaj kirin. Min ji malbat û hevjînê xwe re got ku agahiya min nînbû ez dûcanî me. Min got dema min paqijiya malê kir pitik ji ber min çû.”

‘Her çendî dûcanî nebim jî ez ne poşman im’

Şehîn S. anî ziman ku piştî 8 sal bi hev re jiyan kirine ji hevjîna xwe qût bûye û got, “Niha bi dayika xwe re jiyan dikim. Her çiqas bijîjk dibêjin ezê tu car nebim xwedî zarok jî ez qet ne poşman im. Ji ber ku di nav vê karê de zarok hebûya minê tu car nekarîba ji hevjînê xwe qût bibim.”