Li Îranê polîsê ku zarokek kuştibû, hat kuştin

Polîsê ku dihat gotin ku zarokê bi navê Kian Pîrfalak di dema serhildana “Jin jiyan azadî” ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû qetilkirin, ji aliyê xizmê zarok ve hat kuştin.

Navenda Nûçeyan - Serhildana “Jin jiyan azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû, berdewam dike. Di serhildanê rejîma Îranê ji bo tepisandina serhildanê ji binçavkirin, girtin, eşkence, tundî û heta qetilkirinê her cûre polîtîkayên xwe xist meriyetê û bi sedan kesan qetilkir û bîrindar. Yek jî kesên ku di serhildana “Jin jiyan azadî” de hat qetilkirin zarokê bi nave Kian Pîrfalak e. Kian Pîrfalak di meha Mijdarê de tevî 6 kesên din hatibûn qetilkirin.

Ji bo zarokê bi navê Kian Pîrfalak ê ku par di çalakiyên protestoyî de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, li bajarê Îze yê başûrê welat çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Hate diyarkirin ku di dema bîranînê de xizmekî Pîrfalak bi zanebûn wesayîta xwe ajotiye ser polîsên ku tê diyarkirin qatil e.

Li gorî Tasnim`ê, serokê polîsê herêmê Hojjat Sefidpust got, "Piştî îtîraza muxalefetê ya ji bo ku di rojbûna Kiyan Pîrfalak de bêewlehiyê çêbike polîsek hate kuştin.”

Medyayên Îranê diyar kirin ku kesê ku bi wesayîta xwe polîs perçiqandiye pismamê dayika Pîrfelak e. Hat ragihandin kesê ku li polîsan xistiye jî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye kuştin. Medyaya dewleta Îranê bi kuştina 7 xwenîşanderan di meha Mijdarê de ‘Terorîst’ tawanbar kir, lê dayika zarok got ku kujer hêzên ewlehiyê ne.

Rayedarên dadweriyê jî di 7ê Nîsanê de ragihandibûn ku ji bo kesê ku ji kuştina 7 kesan berpirsyar hatiye girtin, cezayê îdamê hatiye dayîn.

Di serhildana bê hempa ya ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd a bi navê Jîna Emînî di Îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve dest pê kir, bi sedan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û bi deh hezaran kes hatin girtin. Hin çalakvan bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkir.