Li Îranê pêvajoya pêkanîna qanûna ‘hîcabê’ hate rawestandin
Qanûna ‘Hîcaba bi zorê’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatî amadekirin û dihat payîn di nava van rojan de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikeve meriyetê, ji aliyê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ve hate rawestandin.
Navenda Nûçeyan – Endamê Desteya Dîwanê ya Parlamentoya Îranê Elî Riza Selîmî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA’yê re ragihand ku Sekreteriya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî daxwaza rawestandina pêvajoya ragihandina qanûna ‘hîcaba bi zorê’ kiriye û li şûna wê pêşnûmeya yasaya sererastkirî ji aliyê hikûmetê ve dê pêşkêşî parlamentoyê were kirin.
Dihat payîn ku di 13’yê Kanûnê de yasaya ‘hîcaba zoremlî’ ku ev demek bû di navbera Parlamentoya Îranê û Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn de dihat nîqaşkirin, bikeve meriyetê.
Li gorî yasayê kesên li gorî yasaya cil û bergên Îslamê tevnegerîn dê bi cezayên giran werin cezakirin. Di egera binpêkirina yasayê de, ji cezayên 5 hezar tumenî zêdetir, qedexeya derketina derveyî welat, heta 15 sal cezayê girtîgehê dê were dayîn. Kesên di nava 10 rojan de cezayê pere nedin, dê nekarin xizmetê li dezgehên dewletê û bankayan bigirin û her wiha wê pasaport, ehliyeta wesayitê û ehliyeta ajotinê nestînin.
Hêjayî gotinêye ku li Îranê zêdetirî 500 rojnamevan, çalakvan, hunermend û aktîvîst bi çalakî û daxuyaniyên cuda li dijî zagona ‘Hîcab û Îffetê’ nerazîbûn nîşandan û ragihandin ku ev zagon bingeha cudahiya zayendî çêdike û zirarê dide rûmeta jin û zarokan. Çalakvanên jin û civaka sivîl ya Îranê eşkere kirin ku yek ji sedemên destdirêjiya zayendî ya li ser jinan hebûna têkiliyên newekhev ya hêzê ye û diyar kirin ku ew ê li dijî qanûna girtina serê xwe ya jinan ya bi darê zorê hemû rêyên pêwîst bigirin da ku dengê xwe bigihînin cîhanê.