Li Îranê rûxmê pêkutiyan hewldanên fêrbûna zimanê Kurdî

Mamoste û dayik û bav ên ku diyar kirin li Îranê perwerdehiya bi zimanê dayikê wek pirsgirêka siyasî û ewlekarî tê dîtin, hewil didin bi keda xwe zimanê Kurdî fêr bikin.

LARA GEWHERÎ

Mehabad – 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhan li gelek welatên Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî zimanê Kurdî bi têkoşînê tê pêşwazîkirin. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî rastî gelek zextan tê. Gelê Kurd li hemberî vê polîtîkaya asîmîlasyonê hewil dide bi hewldanên xwe zimanê Kurdî biparêze. Tevî hewildanên hikûmeta Îranê ya tunekirina zimanên ne Farisî jî, hinek çalakvanan li dijî hikûmetê têdikoşîn û hewil didin zimanê xwe ya dayikê biparêzin. Li Mehabadê jî çalakvanan tevî gelek astengiyan hêj zimanê Kurdî fêr dikin û dayik û bav jî ger li dibistanê ji zarokên wan re perwerde neyê dayîn, bi hewildanên ji zarokên xwe fêrî Kurdî dikin.

'Fêrkirina zimanê Kurdî erka her mamosteyek e’

Yek ji jinên ku li Mehabadê mamostetî dike û ji ber ewlehiyê naxwaza navê xwe eşkere bike, der barê zimanê Kurdî de wiha axivî: “Mîn 25 salan lî dibistana seretayî mamosteyî kir û tevî metirsî û zehmetiyên ku min di van salan de dît jî, min xwendekarên xwe fêrî alfabeya Kurdî û Farisî jî kir. Ji min hat xwestin ku ez perwerdeya zimanê Kurdî nedim xwendekaran, lê min heta îro wan fêrî zimanê Kurdî kir. Ez vê weke erka her mamosteyekî dibînim. Hewldana fêrkirina Kurdî gelek pirsgirêkên hiqûqî yên mezin ava dike. Ji ber ku li Îranê perwerdeya bi zimanê dayikê pirsgirêka siyasî û ewlekarî ye û parastina vî mafî sûc e. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji aliyê Îranê ve tê binpêkirin.”

'Ez bêpere dersên zimanê Kurdî didim’

Samîra Hayderî ku li yek ji gundên derdora Mehabadêbi dilxwazî zarokan fêrî zimanê Kurdî dik jî wiha got: "Dema ku min fêmkir zimanê Kurdî ji zimanên din cuda ye, pir biçûk bûm. Ez ji bo fêrî zimanê Kurdî bibim, li ser înternetê çavkanî digeriyam. Piştre min keşf kir ku li Mehabadê dibistaneke zimanê Kurdî heye. Ez û xwişka xwe bi hevra xwe qeyd kir. Atmosfera dibistanê, perwerdeya wê ya bilind û bêgirûziya wê ne tenê hişt ku ez fêrî zimanê xwe bibim, di heman demê de misoger kir ku ez bi wêje û pirtûkên Kurdî re jî eleqedar bibim.” Samîra Haydarî ku diyar kir hewl dide zaravayên din ên Kurdî jî fêr bibe, wiha axivî: "Îro li gundekî cîran dibistaneke min a taybet heye û li wir bêpere ji xwendekarên xwe re dersên Kurdî didim.”

'Min ji keça xwe re helbest, çîrok û lorikên Kurdî xwend'

Gîna Amirî ku keçek wê ya 11 salî heye, wiha got: “Piraniya mirovan ji bo zarokên xwe bala xwe didin ser zimanê sêyemîn, lê ez ji keça xwe re dema pitikbû helbest, çîrok û loriyên Kurdî xwend. Dema keça min li dibistanê fêrî Farsî dibû, min li malê fêrî nivîsandina bi zimanê Kurdî kir û em li malê di nîqaşên xwe de peyvên Kurdî bikar tînin." Gîna Amirî ya mafê xwendin û nivîsandina zimanê dayikê bi bîr xist, da zanîn ku ji bo di zimanê dayikê de gelek tişt fêr bibin, kovarkeke ku ji zarokan re kovareke zanistiyê amede kir. Gîna Amirî wiha axivî: “Ger hikûmet û saziyên perwerdeyê wan ji mafê vê bêpar bihêlin, ez ê ji bo mafên bingehîn û nasnameya kur û keçên xwe têbikoşim.”